Li Arjantînê dewleta Tirk hate protestokirin

Li paytext Bûenost Arîres a Arjantînê, Komîteya Piştgiriya Jinan bi armanca protestokirina êrîşên qirker ên dewleta Tirk a li Kurdistanê çalakiyek lidar xist.

Li Qada Obelîsco a paytext Bûenost Arîres a Arjantînê, ji aliyê Komîteya Piştgiriya Jinan ve di çalakiyekê de bi wêneyan bal kişand ser êrîşên qirkirin û hilweşînê yên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê.

Nivîs û belavokên ku têkildarî hiweşîna di serî deli Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Şirnex her wiha gelek bajarên din û bi darê zorê koçberkirina welatiyan, hatin belavkirin.

Di belavokên çalakiyê de hate belavkirin, hate diyarkirin ku divê şoreşgerên Arjantîn û jinên femîst ên di pêşengtiya şoreşa Kurdistanê de pêş ketin, piştgirî bike û cih di nava çalakiyan de bigirin.

Jinên di komîteyê de, heman demê ji ber ku bi têkoşîn û îdeolojiya tevgera jina Kurd ji bo xwe weke hêvî dibîne, diyar kirin ku divê li dijî êrîşan dengê xwe bilind bikin.

Her wiha jinan li ser rêya Corrîentes a yak ji rêya herî qelebalix a Bûenost Aîresê ye dema tirafîkê, pankarta “Êdî bese ji bomberdûmana Tirkiye ya li ser Kurdistanê re!” û “Bijî Şoreşa Kurdistanê” vekirin û belavok belavkirin.