Li Arjantînê bi hezaran jinan li peyama Besê Erzîncan guhdarî kirin
Li bajarê Barîloche yê Arjantînê bi hezaran jin di Kombûna Jinê ya Pirneteweyî ya 36'emîn de li hev kom bûn.
Li bajarê Barîloche yê Arjantînê bi hezaran jin di Kombûna Jinê ya Pirneteweyî ya 36'emîn de li hev kom bûn.
Çalakî serê sibehê bi axaftina destpêkê ya lîdera manewî ya gelê xwecihî yê Patagonîayê Mapûçeyan, Maçî destpê kir.
Maçî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya berxwedana ji bo parastina hebûneyên gelên xewecihî. Destnîşan kir ku têkoşîna li dijî dîroka mêtingeriyê bi hezaran salan hatiye dayin divê bigihêje asteke hîn bilind. Bi taybetî bal kişand ser girîngiya azadiya girtiyên siyasî bi taybetî jî girtiyên siyasî yên Mapûçiyan.
Piştî axafitnê peyama bi dîmen a endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan a ji çiyayên Kurdistanê li ekranê mezin hate nîşandan.
Çalakî wê sê rojan dewam bike.Bi banga Femînîstên Abya Yala û Tevgera Jinê ya Kurdistanê wê mijara 'Li Kurdistanê û Cîhanê Şoreşa Jinê' bê nirxandin.
Ev kombûn weke platformeke krîtîk ji bo parêzvaniya mafên jinê û mafên gelê xwecihî tê nirxandin.