Li Amsterdam û Berlînê 8’ê Adarê hate pîrozkirin

Li Amsterdam û Berlînê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate pîrozkirin.

AMSTERDAM

Li paytexta Hollanda Amsterdamê li Qada Dam 8’ê Adarê hate pîrozkirin. Di aktivîteya Saziya Jinan a Înternasyonal û Komeleya Jinên Kurd a Rojbîn de, ber bi kafeya Belcompany ve ketin meşê. Di tevahiya rê de dirûşma “Jin, Jiyan Azadî” hate qîrkirin. Di aktivîteyê de berxwedana jinên Rojava û hemû cîhanê hate silavkirin.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê bi beşdariya bi hezaran jinan ve 8’ê Adarê hate pîrozkirin. Ji navenda Berlînê ber bi Krûezbergê ve ketin meşê, aktivîteya 8’ê Adarê di pêşengtiya Meclîsa Jinan a DEST DAN û Kurdan ve hate pîrozkirin. Jinên Kurd li gel cil û bergên netewî bi erebane, rengên kesk, sor û zer û wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şayemez bilindkirin. Di meşê de jinan dirûşma “Ji diktatoriya li Kurdistan û Tirkiyeyê re NA” qîr kirin. Di axaftinên hatin kirin de qirkirina jinan a diktatoriya AKP’ê û Erdogan bi tundî hate şermezarkirin.