Li Amesterdamê panela 8’ê Adarê hat lidarxistin

Li paytexta Hollanda Amesterdamê bi pêşengiya tevgera jinên Kurd di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de panelek hat dayin. Di panelê de peyamên xurtkirina xwerêxistinkirin û yekîtiya jinan di asta cîhanî de hatin dayin.

Bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê tevgera jinên Kurd ya Hollandayê li bajarê Amsterdamê di 5 Adarê bi dirûşmeya “Li berxwe bide, xwe birêxistin bike, azad bijî” panelek li darxist. Gelek kes ji pêkhateyên cuda tevlî panelê bûn. Çar jinên aktîvîst û siyasetmedar ji pêkhateyên cûda wek axaftvan li panelê amade bûn û behsa zordestiya pergala baviksalar û pergala kapîtalîst ya li ser jin û civakê û têkoşîna jinan kirin.

‘ROLA TÊKOŞÎNA JINÊN KURD HATE DESTGIRTIN’

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo hemû pakrewanên jin ên cîhanê ku di oxira têkoşîna azadiya jinê ji zilm û zordestiya desthilatdariyê canê xwe dane dest pê kir. Piştre li ser navê jinên Kurd aktîvîst Sultan Oger bi awayekî berfireh li ser rewşa gelê Kurd û jinên Kurd rawestiya. Oger di destpêka axaftina xwe de li ser dîroka 8'ê Adarê rawestiya û piştre ji rola pêşeng a dîrokî ya jinên Kurd a di nava civakê bigre heta dîroka parçekirina Kurdistanê û encama wê bi taybetî li ser jinên Kurd vegot.

Oger îşaret bi zilm û zordestiya desthilatdariya dewletên dagirker kir û bi taybetî jî mijarên wek komkujiya Şengalê, revandin û tecawizkirina sîstematik a jin û keçên Kurd bi destê hêzên dewleta Tirk li Efrînê, bikaranîna çekên kîmyewî û şewitandina daristan û xwezaya Kurdistanê, parçekirin û lîstina bi cenazeyên şehîdên jin û gelek mijarên din yek bi yek vegot.

Çalakvana jin Sultan Oger her wiha behsa avabûna tevgera azadiya Kurdistanê di bin pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaln û felsefeya azadiya jin ji koletiya hezar salan kir û destnîşan kir ku avakirina jiyan û civakek azad û rêya rizgarbûyîna ji feraseta desthilatdar a baviksalar, ji xwe birêxistin kirina jinên cîhanê di bin nasnameya hevpar de û xwe bi rêvebirina wan re derbas dibe. Oger axaftina xwe bi beşek ji nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya derbarê 8'ê Adarê bidawî kir.

‘Jİ BO ŞİKANDİNA FERASETA BAVİKSALARÎ TÊKOŞÎNEKE PİR XURT A HEVPAR PÊWÎST E’

Piştre endama Partiya Herêmî ya Den Haagê û endama Rêveberiya Şaredariyê Fatima Faîd axivî. Faîd li ser rewşa jinên li Hollandayê sekinî û got , “Li Hollandayê rewşa jinan ji welatên cîran gelekî xirabtir e.”

Faîd di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku li Hollandayê qirkirina jinan di asta herî jor de ye û wiha pêde çû: “Ji nîvê bûyerên kuştinê yên seranserî vî welatî zêdetir li dijî jinan pêk tên û tenê di 3 hefteyên destpêkê yên sala 2022'yê de, 3 jin hatin kuştin.”

Fatima Faîd anî ziman ku feraseta baviksalar ku hêza xwe ji pergala kapîtalîst digre, di civakê de gelekî kûr reh vedaye û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Ji bo şikandina wê têkoşîneke pir xurt a hevpar pêwîst e. jin xwedî hêza guhurtinê ne û divê xwe bi birêxistinkirinê xurt bikin û bibin yek.”

‘DEWLETÊN ROJAVAYÎ KU Jİ ŞERÊN Lİ ROJHİLATA NAVÎN BERPİRSYAR İN’

Piştre jî siyasetmedara ciwan a Efghanî û endama tevgera ciwanên Efghanî ya Hollandayê (Azadî) Nîlab Ehmadî jî axaftinek kir û behsa rewşa jinên Efghan kir. Ehmadî bal kêsand li ser zilma Talîbanê ya li ser jinan û got, “Bi desteka welatên rojavayî û hêzên emperyalîstî gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ji qirkirinan re tên derbaskirin. Dewletên rojavayî ku ji şerên li Rojhilata Navîn berpirsyar in, di aliyekê de çek û çebilxane dişînin wan herêman û bombe dibarînin ser gelê bêguneh û di aliyê din de jî li dijî penaberan nijadperestiyê pêş dixin.”

‘BANGA XURTKİRİNA YEKÎTİYA JİNAN’

Ehmadî bal kêşande ser têkoşîna jinên Kurd û banga xurtkirina yekîtiya jinan ji hemû pekhateyan kir.

Di dawiyê de jî nivîskara ji Îranê Mojêh behsa girîngiya pitgirîdayina jinan ji hevdû re kir û got ku pêwîste jin di hemû beşên jiyanê, ji siyasetê bigre heta hunerê, pêşengtiyê bike.

 

Piştre jî beşdarvanên panelê pirsyarên xwe ji axaftvanan kir. Panel bi slogana jin jiyan azadî, mûzîk û gerandina govendê bi dawî bû.