Li Amedê Komcivîna Jinan dest pê kir

Li Amedê Komcivîna Jinan dest pê kir. Di komcivînê de Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya qala geşkirina têkoşîna hevpar kir û berxwedana jinan silav kir.

25’emîn Komcivîna Stargehên Jinan û Navendên Şêwirmendiyê li Amedê hat destpêkirin. Komcivîn wê heta 14'ê Mijdarê berdewam bike. Komcivîn bi hevkariya Komeleya Jinan a Rosayê û Wexfa Mor Çatiyê tê lidarxistin. Akademîsyen, rêxistinên jinan jî di nav de bi giştî 300 jin tevlî bûne. Di komcivînê de li ser mijarên wek malbat, tundiya zayendî, sûcên li dijî zarokan, polîtîqayên şerê taybet, ji bo jin û zarokan rêya bidestxistina edaletê û gelek mijarên din wê nîqaş bên kirin. Komcivîn li Otela Green Park a li navçeya Sûra Amedê tê lidarxistin.

Axaftina destpêkê ya komcivînê ji aliyê Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya ve hat kirin. Kaya di destpêkê de li ser navê jinên Kurd hemû jinên tevli komcivînê bûne, silav kir û got: “Em hêvî dikin ku ev 25’emîn komcivîn têkoşîna me berfirehtir bike. Em careke din dibêjin ‘jin, jiyan, azadî.’ Bi taybetî li Îranê serhildana jinan ku dest pê kiriye silav dikim. Ez beriya dest bi axaftinê bikin Jîna Amînî û Nagîhan Akarsel bi bîr tînim.”

Kaya di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li cihanê û welat polîtîkayên tundiyê gelek zêde bûne û wiha domand: “Bi fesihkirina Peymana Stenbolê re êrîşên xwe zêde kirin. Lê li gel van hemû êrîşan rêxistinên jinan, komele û jinên fêmînîst têkoşînek mezin didin. Li aliyekî têkoşînek tê dayîn li aliyê din jî zextên darazê û yên polîsan jî berdewam dikin.  Ev komcivîn ji bo me bû komcivînek bi tecrûbe. Bi salan e ji bo komcivînê jinên ku ked dane silav dikim.”

Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya destnîşan kir ku gelek cureyên tundiyê hene û ji ber vê yekê têkoşîna jinê jî guheriye û got “Di vê çarçoveyê de em ê li ser yekkirina têkoşînê û hevpariya têkoşînê biaxivin. Îroli vê derê jinên ciwan hene. Ji bo wan jî ji bo me jî ev komcivîn gelekî bi qîmet e. Em ê îsal li ser polîtîkayên cuda yên dewletê biaxiavin. Em ê li ser bandorên van polîtîkayan bikin. Ev mijar ji bo me gelek girîng in. Têkoşîna jinê bi serhildanek mezin berdewam dike. Em hêvî dikin ku mekanîzmayên azadiya civakî zêde.”

Komcivîn ji çapemeniyê re girtî re didome.