Li Amedê jin diherikin qada mîtîngê

Li Amedê jin diherikin qada mîtînga 8'ê Adarê ya ku bi pêşengiya TJA'yê û Meclîsa Jinan a HDP'ê organîzasyona wê hatiye kirin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îsal starta 8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi dirûşma, ''Em rêxistiniya berxwedanê dikin, ber bi azadiyê ve dimeşin'' dan. Hê berê sibehê jinên bi kincên xwe yên gelêrî ji Mêrdîn, Dêrik, Nisêbîn, Qoser û Rihayê hatine qada mîtîngê. Jinan bi dirûşmeyan gelek caran gotin,''Jin jiyan azadî'', ''Em serê xwe natewînin li ber xwe didin'', ''Bê serok jiyana nabe'', ''Jiyaneke bê jin em ê bi ser serê we de hilweşînin''.

PROVAKASYONA POLÎSAN

Her wiha endamên  Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKP), endamên Meclîsa Jinan a KESK'Ê, aktivîstên TJA'yê, endamên ESP'ê, Meclîsa Jinên Ciwan a HDP'ê, Meclîsa Jinan  a HDP'ê, Dayikên Aştiyê û gelek jin ên ku li ber Prestîj Otelê ya li Kolana Gevranê hatin cem hev meşiyan. Jinan pankart hilgirtin û her wiha wêneyên hevşaredaran ku qeyûm karê wan desteser kiriye hatin hildan. Polîsên Tirk bi hinceta ku li ser pankartan agahdarî nedane, kom kirin, jinan jî bi dirûşmeyan û lîlandinan ev êrîşa polîsan protesto kirin.

Li qada mîtîngê pankartên bi nivîsa, ''Em yekîtiya netewî bi pêşendiya jinê rêxistinî dikin'', ''kuştinên jinan, tacîz û tecawiz polîtîk in'', ''Têkoşîn bi te dest pê dike, rêxistiniya berxwedanêbike'' hatin daleqandin. 

Jinên ku kincên gelêrî li xwe kirine li qadê govendê digerînin, dilîlînin û dirûşmeyan berz dikin.