Li Afrîka Başûr bi hezaran jin li dijî şîdetê meşiyan

Li Afrîka Başûr, jineke ciwan a 22 salî ji aliyê hezkiriyê xwe ve bi rengekî hovane hate kuştin. Vê yekê rê li ber nerazîbûneke mezin vekir. Bi hezaran jin derketin kolanan.

Jina ciwan Karabo Mokoena, di destpêkê de ji aliyê hezkiriyê xwe ve hate îstîsmarkirin, piştre jî miemeleya nebaş lê hate kirin. Piştre jî hate kuştin. Cesedê Mokoena, roja 29'ê Nîsanê bi rengekî şewitî hate dîtin.

Li dijî vê cînayetê ku rê li ber nerazîbûneke mezin vekir, li tora medya civakî bi sernavê MenAreTrash (mêr qirêjî ye) hashtag hate vekirin. Bi sedan jinan li vê hashtagê şîdeta li wan hatiye kirin, vegotin. 20'ê Gulanê roja Şemiyê, li bajarê Pretorîayê bi qasî 2 hezar kes bi dirûşma "#NotInMyName" (Ne li ser navê min) meşiyan.

Ajokarên motorê li refên pêş ên meşê cih digirtin. Di çalakiyê de bang li mêran hate kirin, ku dawî li bêdengiya xwe ya li hemberî êrîşên li dijî jin û zarokan bînin.

Li gorî radyoya RFI a Fransayê, çalakgerê bi navê Andrew ê bi tîma xwe ya futbolê tevlî çalakiyê bû got, "Pirsgirêk em in, mêr in. Mêr her ku destê xwe dide jinê, bi 'mêrbûna xwe' şîdetê li hevsera xwe dike."

Jinên li Afrîka Başûr, rojane dibin mexdûrên şîdetê. Li kolanan, li otobus, wesayîtan û li malê dibin hedefa şîdetê. Çalakgerek bi navê Sîphokazî dibêje, "Ez mexdûrek im. Ez miroveke ku ji hewldana destavêtinê bi saxî filitîm. Mîna rewşa min, kêm caran giliyê bûyerên bi vî rengî tê kirin. Min xwest gilî bikim, lê destek ji min re nehate dayîn û min jî dest jê berda."

Jina bi navê Zana jî hêvîdar e ku mêrên tevlî meşê bûne, bi rastî jî xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin.

Beriya niha bi çend rojan, Serokkomarê Afrîka Başûr Jacob Zûma, li ser vê krîza ku li welêt giran dibe daxuyaniyek da bû û fikarên xwe anî bû ziman. Zûma, bi wesîleya merasîma cenazeyê zarokekek keç a sê salî ku li herêma Capê destdirêjî lê hate kirin û piştre hate kuştin, ev daxuyanî da bû.