Li Aachenê Meclîsa Jinan a Denîz Firatê kongreya xwe ya 4’an pêk anî

Li bajarê Aachenê ya Elmanyayê Meclîsa Jinan a Deniz Firatê kongreya xwe ya 4’an pêk anî. Di şexsê Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed û yek ji fermandara pêşeng a YJA Starê Azê Malazgirt de şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn.

Kongre saet 18.00’an bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre dîwan hate hilbijartin û peyama Tevgera Jina Kurd a Ewropayê hate xwendin.

Rapora xebatê ya salekê hate xwendin, xebata salekê hate nirxandin.

Di axaftinan de du jinên ku berê ji hêla hevserên wan ve hatin kuştin hatin bibîranîn. Di kongreyê de hate gotin ku divê rêxistinî were geşkirin û bêrêxistînî nemana jinan divê bibe şîara wan.

Di kongreyê de 24 endamên meclîsê û her wiha 3 kes ji bo rêveberiyê hatin hilbijaritn. Di dema pêş de meclîsa jinan wê xebatên rêxistinî, karê derve, sosyal, çandî, perwerdehî, Komîsyonên Şehîdan û Dayikên Aştiyê ava bike.

Di kongreyê de giringiya tevgera azadiyê, manîfestoya rizgariya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jineolojiyê hate destnîşankirin.

Kongre bi dirûşmên ‘em ê pergala Imraliyê hilweşînin’, ‘Rêber Apo azad bikin’ û ‘Jin Jiyan azadî’ bi dawî bû.