Li Şîliyê qanûna cihêkar a li dijî jinê hate rakirin

Li Şîlî ku welatekî başûrê Emerîkayê ye û timî bi têkoşîna jinan a ji bo mafê wekhev di rojevê de ye, qanûneke cihêkar a ji sedsala 19'an hate rakirin.

Li gorî qanûneke ku li Şîlî di sedsala 19'an de hate qebûlkirin, jinek piştî ku hevserê wê mir an jî jê cihê bû, beriya 9 mehan qedexe bû ku bizewice. Qanûneke ku ev pîvan ji holê rakir, li parlamentê hate qebûlkirin.

YEK JI QANÛNÊN HERÎ CIHÊKAR ÊN QANÛNA MEDENÎ BÛ

Seroka Mafên Jinan Monîca Zalaqûette piştî dengdanê axivî û got, "Qanûna ku me qebûl kir, yek ji cihêkariyên herî mezin ên li nava qanûna medenî bi dawî dike."

Qanûna ku dawî li cihêkariyê anî, piştî ku Serokdewlet Sebatîan Pînera pejirand, hingî wê bikeve meriyetê.