Li Îsfahanê bi ser malan de hat girtin: 10 jinên Behayî hatin binçavkirin

Li bajarê Îsfahan ê Îranê, bi ser malan de hat girtin û 10 jinên Behayî hatin binçavkirin.

21’ê Cotmehê li bajarê Îsfahan ê li navenda Îranê, bi ser gelek malan de hat girtin.

Di serdegirtinan de 10 jinên Behayî hatin binçavkirin û di lêgerînan de kel û pelên şexsî jî hatin desteserkirin.

Navên kesên hatine binçavkirin, bi vî rengî ne:

“Hosseînî, Arzoo Sobhanîan, Yeganeh Roohbakhsh, Shana Shoghîfar, Bahare Lotfî, Neda Badakhsh (Agah), Mozhgan Shahrezaeî, Yeganeh Sahî, Negîn Khademî û Neda Emadî.”

Têkildarî hinceta binçavkirinê û cihê ku birinê, ti agahî nehatin wergirtin.

Li Îranê Behayî rû bi rûyê zextên sîstematîk dimînin. Di serê meha Tebaxê de, 11 encamên civaka Behayî bi sûcdariya madeyên hişbiyar, hatibûn darvekirin. Rêxistinên Mafên Mirovan diyar kiribû ku Behayî bi rengekî bêyî rêje tên hedefgirtin.