Li Îngilistanê kampa Jineolojiyê hate lidarxistin

Li Îngilistanê bi tevlêbûna 35 jinan, 4 rojan kampa Jineolojiyê hate lidarxistin.

Li Îngilistanê bi tevlêbûna 35 jinên ji bajarên wekî London, Manchester, Sheffîeld, Brîstol, Brîghtonê 4 rojan kampa Jineolojiyê hate lidarxistin.

Di kampê de mijarên wekî Jineolojî, konfederalîzma demokratîk, statu û rola jinê, kuştina mêraniyê, xwezaya jinê hatin nîqaşkirin.

Di nîqaşkirina mijaran de rola mîtolojî, dîn, felsefe û zanistên Ewrûpayê hatin guftugokirin.

Beşdarên ku tevlî kampa Jineolojiyê bûbûn qala tecrubeyên xwe yên şexsî kirin. Jinên femînîst, çepgir, antî faşîst û antî kapîtalîst û xwedî perspektîfên cuda qala tecrube û têkoşîna xwe kirin.

Di kampê de piştgiriya Leyla Guven, Nasir Yagiz, Îmam Şîş û hemû çalakgerên grevên birçîbûnê hatin kirin ên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiyê kirine.