NÛ BÛ- Li Êlihê Leyla Guven hate silavkirin

Aktivîstên TJA’yê di çaçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de name ji bo jinên girtî şandin. Meclîsa Dayikên Aştiyê jî çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD Leyla Guven silav kirin.

Li Êlihê çalakiyên di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de Dayikên Aştiyê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Dayika Aştiyê Şukran Sîncar a li ser navê dayikan axivî, tundiya li jinê şermezar kir û Leyla Guven a li girtîgehê di çalakiya birçîbûnê de ye silav kir. Sîncar anî ziman ku li pişt çalakiya Guvenê ne.

JI BO GIRTIYAN QERT ŞANDIN

Jinan berê xwe dan avahiya Navenda PTT’ê, ji bo jinên girtî name şandin. Li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Şukran Çelebî jî li vir daxuyaniyek da û diyar kir ku jin xwedî li vîna xwe derdikevin û ji bo piştgiriyê nameyan dişînin.

Her wiha jinan Amîne Demîrtaş a li Êlihê bi êşkenceyê hatibû qetilkirin jî li ser gora wê bibîr anî.

Platforma Jinan a Mêrdînê jî di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî ji bo jinên girtî yên li girtîgehan qert şandin.