Li Êlihê hejmara kesên hatine destgîrkirin bû 15
Li Êlihê di operasyonên qirkirinê yên li dijî jinên HDP'yî de hejmara kesên hatin destgîrkirin derket 15'an.
Li Êlihê di operasyonên qirkirinê yên li dijî jinên HDP'yî de hejmara kesên hatin destgîrkirin derket 15'an.
Hejmara jinên li Êlihê di saetên serê sibê de bi serdegirtina malan de hatine destgîrkirin zêde bû.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Êlihê daye destpêkirin de, polîsan li navend û gelek navçeyên Êlihê bi ser malan de girtin û gelek siyasetmedar û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di nav de 15 jin destgîrkirin.
Hat zanîn ku polîsan di dema têketina malan de derî şikandine û di dema lêgerînê de tiştên malê belav kirine.
Navê kesên bi îdiaya "endamên rêxistina terorê" hatin destgîrkirin wiha ne:
"Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, Hevşaredara Kaniya Henê Gulistan Sonuk, Hevşaredara Hezoyê Nazîme Avci, Hevseroka HDP’a Êlihê ya Berê Fatma Ablay, Endama Meclîsa Giştî ya Bajêr Semra Guneş, Hevseroka HDP’a Navçeya Navendî Gurbet Dogan, aktîvîstên TJA’yê Gurbet Bozyîgît, Halîde Keser, Gulnur Delî, Zeynep Odûncû, Rûken Zeryam Işik, Şukran Çelebî, Nûran Altan û hunermenda Kurd Sevda Adirbelî."