Qirkirina Jinê: Li Çorûm û Enqereyê 2 jin hatin kuştin

Li Çorûmê Aslihan Dal a 29 salî ji aliyê Polat H. ve hate kuştin. Li navçeya Mamakê ya Enqreyê jî Sevgî Tekîn ji aliyê kesê bi navê Gokhan Agtaş ve hate kuştin.

Aslihan Dal a ku li taxa Gulabîbey a Çorûmê dima, ji aliyê Polat H. ve ku pê re zewicî bû bi rengekî hovane hate kuştin. Kujer Polat H. ku piştî bûyerê li polîsan geriya û li cînayetê mikur hat, hate destgîrkirin.

Li navçeya Mamakê ya Enqerê jî zilamê bi navê Gokhan Agtaş çû mala Sevgî Tekîn û bi çekê êrişî wê kir. Tekîn bi giranî birîndar bû. Zarokên wê agahî dan tîmên tenduristiyê û polîsan. Tîmên tenduristiyê Tekîn rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Hacettepeyê, lê jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku kujer Agtaş ji cihê bûyerê reviyaye û derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.