Li 4 navendên Ewropayê aktivîteyên 8’ê Adarê

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê jinên Kurd, li paytexta Fîlandiya Helsînkî, Mannheîm, Darmstadt ê Elmanyayê û bajrê Dragûîgnan ê Fransayê aktivîte hatin lidarxistin.

HELSÎNKÎ

Li paytexta Fîlandiya Helsînkî aktivîteya 8’ê Adarê hate lidarxistin. Di axaftinên aktivîteyê de hate diyarkirin ku di serî de li Tirkiye û Kurdistanê li hemû cîhanê şidet bi hemû leza xwe dewam dike. Li dijî hişmentî û sîstema serweriyê ya ku jinê ji bo xwe weke dijmin dibîne, qirkirin û qetlîaman em dibêjin: “Em jiyan in, hûn nikarin me tine bikin.”

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê Meclîsa Jinan a Roza aktivîteya 8’ê Adarê lidar xistin. Di çalakiya li Lûîesenplatzê hate lidarxistin de hate diyarkirin ku divê demidest dawî li şerê li Şengalê bê anîn. Qetlîama li gundê Xerbaê Bava û Talatê yên Nisêbîn a Mêrdînê hate kirin, hate protestokirin, bang hate kirin ku bi lezgîn leşker dorpêç li ser gunda bi dawî bike.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Ronahî û Bêrîvan 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate pîrozkirin.

Tevî barana zêde meş dewam kir û dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” hate qîrkirin.

Di meşê de pankart û dowîzên Kurdî, Elmanî û Tirkî hatin bilindkirin, heta Paradaplatz a navenda Mannheîmê dewam kir. Piştre jî mîtîngek hate lidarxistin. Piştî xwendina belavoka bi zimanê Elmanî û şûnde çalakî bi dawî bû.

DRAGÛIGNAN

Li bajarê Dragûîgnan ê Fransayê bi boneya 8’ê Adarê meşek hate lidarxistin. Di meşê tevahiya meşê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadi”, “Biji Serok Apo”, “Biji berxwedana Kurdistan”, “Erdogna û Barzanî Diktator in” û “Biji berxwedana Şengale” hatin qîrkirin. Her wiha di meşê de êrîşên çeteyên girêdayî PDK’ê, êrîşên li ser Bakurê Kurdistan û êrîşên dewleta Tirk a li ser xaka Rojava jî hate protestokirin. Di tevahiya meşê de belavok hatin belavkirin.