Leyla Guven peyama 8’ê Adarê şand: Wêranşar wê nasnameya xwe bi dest bixe!

Hevseroka DTK’ê Leyla Guven a girtî peyamek ji pîrozbahiya 8’ê Adarê ya li navçeya Wêranşar a Rihayê re şand û got: “Wêranşar wê nasnameya xwe bi dest bixe.”

Pîrozbahiya 8’ê Adarê ya li Wêranşarê li baxçeyê buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê hate kirin. Bi sedan jin beşdarî pîrozbahiyê bûn. Jinan bi cil û bergên xwe yên neteweyî bal kişandin.

Di pîrozbahiyê de wêneyên jinên siyasetmedar ên Kurd ên girtî, hatin hildan. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Hevseroka Rihayê ya DEM Partiyê Sema Aîşeoglû jinên beşdarî mîtîngê bûne silav kir. Namzeta Hevşaredariya Wêranşarê ya DEM Partiyê Bedriye Yorgûn peyama ku ji aliyê Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (DTK) Leyla Guven ve ya li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê girtî ye, hatî şandin xwend.

Leyla Guven di peyama xwe de ev tişt gotin: “Ez we hemûyan bi coşa 8’ê Adarê silav dikim. Weke ku hûn jî dibînin cîhan tê guhertin, teknolojî pêş dikeve, dewlemend hewl didin li fezayê ji xwe re erd bigirin lê Kurd hîna li girtîgehê girtî ne. Em li welatekî welê dijîn ku dema kesek tiştekî rast dibêje gelek tişt bi serê wê/wî tên. Şert û merc çi dibin bila bibin jî, em dest ji rastî gotinê bernadin. Em cesareta xwe ji Mûstafa Gezgor, sebra xwe ji pêxember Eyup, hezkirina xwe jî ji Derwêş û Edûlê digirin.

Dîsa em di dema hilbijartinekê de ne. Gelê me bi ked û hewldanên mezin û projeyên pir girîng şaredarî bi dest xistin, lê ev şaredarî bi her cure hîle û rêbazên derhiqûqî ji aliyê AKP’ê ve hatibûn xespkirin. Niha dem hatiye ku em car din şaredariya gel ji gel re vekin. Xelkê Wêranşarê feraseta partiya me ya şaredartiyê baş dizane. Divê em hîn zêdetir nehêlin ku AKP çavkaniyên şaredariyê tenê bide hin malbat û zumreyan, divê em ji gel re bêjin AKP’ê ji bo van pêkanînan çi kiriye.”

Leyla Guven di berdewamiya peyama xwe de, diyar kir ku Wêranşar wê nasameya xwe bi dest bixe û 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên cîhanê pîroz kir.

Di pîrobahiyê de bi stranên Kurdî yên hunermend Evîn Sîndîr, govend hate gerandin.