Kuştina jinan: Doktor wê êdî ne mecbûr bin sira xwe nedin

Li gorî pêşnûme qanûneke ku li Meclîsa Fransayê li dijî tundiya li jinê hate qebûlkirin, di rewşeke 'metirsiya nêz' de, derfet ji doktoran re tê dayin ku ji pîvana veşartina sira tibî mûaf bin.

Di pêşnûme qanûnekê de ku li Meclîsa Neteweyî ya Fransayê hate qebûlkirin, tedbîrên parastinê hatin destnîşankirin, ku ji meha Îlonê ve hikumet û rêxistinên civakî yên sivîl li ser diaxivin. Pêşnûme qanûn ji bo parastina wan jinan e ku partnerên nû yan jî yên heyî gefê li wan dixwin.

Pêşnûme qanûn ji aliyê Meşa Komarê (LREM) ku partiya desthilatdar e hate pêşkêşkirin. Li gorî pêşnûme qanûnê, di serî de polîs rayedarên ku di mijara tundiya li dijê de serî li wan tê dayin, ji bo karibin hîn bi berpirsyarî tevbigerin wê bên perwerdekirin.

Xaleke li pêşnûme qanûnê li Meclîsa Neteweyî bû sedema nîqaşên berfireh. Di vê xalê de dihate destnîşankirin ku di rewşeke 'metirsiya nêz' de doktor wê karibin 'pîvana nedana sirê' binpê bike. Bi vî rengî wê doktor karibin tundiya li jinan tê kirin ku bi fikar in gef li jiyana jinê tê xwarin, karibin ji rayedaran re ragihînin.

Li gorî qanûnên heyî, heta ku nexweş qebûl nekin agahiyên li ser wan ti carî bi endamên malbatê re jî parve nakin.

Li Fransayê li gorî daneyên fermî zêdeyî 120 jin par ji aliyê partnerên xwe yên heyî yan jî yên berê ve hatibûn kuştin. Li gorî saziyên civakî yên sivîl ev hejmar di ser 130 re ye.