Kurdên li Skandînavyayê wê ji bo Sara, Rojbîn û Ronahî dakevin qadan
Li welatên Skandînavyayê, wê di 7'ê Çileyê de çalakiyên girseyî bên lidarxistin û daxwaza eşkerekirina komkujiya Parîsê bê kirin.
Li welatên Skandînavyayê, wê di 7'ê Çileyê de çalakiyên girseyî bên lidarxistin û daxwaza eşkerekirina komkujiya Parîsê bê kirin.
Ji bo yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) ên 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin, wê Kurd û dostên wan ên li welatên Skandînavyayê sibe dakevin qadan û daxwaza edaletê bikin.
Xwepêşandan wê li welatên Swêd, Norwêc, Danîmarka û Fînlandiyayê werin lidarxistin û dewleta Tirk û hikûmeta Fransayê bên şermezarkirin.
Tevgera Jinên Kurd a li Skandînavyayê ji ber salvegera kuştina her sê şoreşgerên Kurd daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li Kurdistanî û dostên wan ên li welatên Skandînavyayê dijîn kir, ji bo eşkerekirina komkujiyê, pêşîgirtina li komkujiyên nû û sekinandina operaysonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd dimeşîne, dakevin qadan.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser hewldanên ji bo nixumandina komkujiyê û hat gotin "Weke jinên ji bo jina azad, jiyana azad û siberoja azad têdikoşin, me hesabê vê komkujî pirsî, em ê hê jî bipirsin. Ji bo pûçkirina armancên omkujiya Parîsê, em ê bikin ku komkujî ronî bibe. Bi vê armancê, em ê bi sekneke bi biryar li qadên têkoşînê bin."
JI BO ÇALAKIYÊN 7'Ê ÇILEYÊ BANGA TEVLÎBÛNÊ
Tevgera Jinên Kurd li Skandînavyayê bal kişand ser girîngiya şermezarkirina komkujiyê û darizandina kiryaran û got, "Em bang li tevahiya gelê xwe, bi taybetî jin û ciwanan dikin ku bi xurtî beşdarî meşên 7'ê Çileyê yên li welatên Skandînavyayê bibin."
Li gorî daxuyaniyê, bernameya çalakiyan bi vî rengî ye:
SWÊD
Stockholm
Norra Bantorget, Stockholm
Saet: 13:30
Goteborg
Brunnsparken
Saet: 14:00
DANÎMARKA
Axeltorv, Kopenhag
Saet: 12:30
NORWÊC
Trafikkendan Oslo
Saet:16:00
FÎNLANDIYA
Helsînkî
Stockmandan- Pêşiya stasyona Trenê, Helsînkî
Saet: 14:00
8'Ê ÇILEYÊ
Li Stockholmê çalakiya bîranînê
Axelsberg Torg 3
Saet: 14: 00