Kurdistanî li Dusseldorfê ji bo Sara, Rojbîn û Ronahî meşiyan

Kurdistaniyên li eyaleta NRW a Elmanyayê dimînin, meşeke girseyî li bajarê Dusseldorfê li dar xistin û 3 şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anîn.

Ji bo bîranîna şoreşgerên kurd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî), meşek hate lidarxistin.

Di meşê de pankarta ji wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hate hildan û dirûşmên "Sara, Rojbîn, Ronahî", "Jin, Jiyan, Azadî", "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Bi hev re serhildan" hatin qîrîn.

Ji berdevkên Yekîtiya Jinên Kurd a li Elmanyayê (YJK-E) Ayten Kaplan li qada çalakiyê axivî.

Kaplan diyar kir ku 9'ê Çileya 2013'an di şexsê Sakîne, Rojbîn û Ronahî de hewl dan jinên Kurd ên azad qetil bikin û got, "9'ê Çileya 2013'an ji bo Kurdan rojeke reş e. Me komkujî ji bîr nekir. Ev yek ragihandina şer li dijî jin a azad e. Sakîneyan mîrateyeke mezin ji me re hiştin. Em ê xwedî li vê mîrateyê derkevin û ji bo sedsala 21'ê bikin sedsala jinê têkoşîna xwe dewam bikin."

Berdevka Polîtîkayên Aştiyê ya partiya Dîe Lînke Kathrîn Volger di dema meşê de axivî û got, "Tevgera jinê ya Kurd li Rojhilata Navîn guhertinên gelekî girîng kir. Şoreşa Rojava ji aliyê toleransê û mijarên din ve bû modeleke mînak. Ji ber vê yekê şoreşa Rojava dibe hedefa dewleta Tirk û hêzên cuda."

Piştî meşê mîtîngek hate ildarxistin û Hevseroka KON-MED'ê Yildiz Fîlîmcî axivî.

Fîlîmdî diyar kir ku dewleta Tirk her roj li Kurdistanê sûcên li dijî mirovahiyê dike û bang li hikumetên Ewropayê kir ku bes piştgiriyê bidin dewleta Tirk û sûcên wan nenixumîne."

Di peyama Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan de jî hate ragihandin ku Sakîne Cansiz sembola tevgera jinê û berxwedêrên zindanan bû û got, "Ji yên ku me qetil dikin re dibêjin: Em hebûn, hene, em ê hebin."

Nûnerek ji Pilingên Rizgariyê ya Tamîl Elamê jî li qada çalakiyê axivî û got, "Em îro sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr tînin. Ew ji bo civakeke nû têkoşiyan. Kujerên rastî li Enqereyê ne û heta niha hesab ji wan nehatiye pirsîn. Em jî îro li sirgûnê ewle nînin. Hikumetên Ewropayê jî me dişopînin. Mohra terorîstiyê li me dixin. Gefa vegerandinê li me dixwin. Em Tamîlî heman êşê û heman hêrsê parve dikin. Ji ber ku heman tişt hate serê gelê me jî. Di 10'ê Cotmeha 1996'an de Berpirsyarê Maliyeyê yê Pilingên Tamîl Elamê Nathan û redaktorê şef ê rojnameya muxalîf a bi navê Eelamûrasû Kajan li Parîsê hatin qetilkirin. Di Mijdara 2012'an de ji fermandarên berê yên Pilingên Tamîl Elamê û rêveberê komîteya koordînasyona Tamîlê Parîthî li Parîsê li buroya rêxistinê hate qetilkirin."

Mîtîng bi stranên Hozan Comert bi dawî bû.