Kurd ji bo 3 jinên şoreşger li Parîsê kom bûn
Bi deh hezaran kes di 4’emîn salvegera qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de hatin Parîsê, li Gare Du Nord kom bûn.
Bi deh hezaran kes di 4’emîn salvegera qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de hatin Parîsê, li Gare Du Nord kom bûn.
Di salvegera qetilkirinê de ku ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Endama KNK’ê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwnaan Leyla Şaylemez, 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin, Kurdan berê xwe dan paytextê.
Kurd ku danê sibehê li Gare Du Nord kom bûn, wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, YPG û YPJ’ê rakirin.
Girse, ji bo qetlîama bê ronîkirin dirûşmeyên ku banga wezîfeyê li rayedarên Fransî dike qîr dikin.