Kujerên jinan ji aliyê sîstemê ve têne parastin

Seroka Komeleya Piştevaniya Jinê ya Yenîgun Çagla Yolaşan bi bîr xist ku du sal in agahî ji Gulîstan Dokû nayê girtin û di lêpirsînê de gavek nayê avêtin û destnîşan kir ku ev yek ji kuştin û mirina bi guman a jinên din cuda nîne.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku li gel polîtîkayên şer ên qirêj, zext, tecrîd û zordariyê nikare civakaê teslîm bigire, bi şerê psîkolojîk-taybet di şexsê jinê de hewl dide civakê teslîm bigire. 

Li gorî daneyên Platforma 'Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin', îsal 217 jin bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan. 280 jin jî hatin kuştin ku 33 ji wan beriya bêne kuştin li polîs an jî dozgeriyê gilî kiribûn an jî biryara parastina wan hatibû dayin. 33 jin tevî ku serî li rayeedaran dabûn, ji ber ku rayedaran wezîfeya xwe bi cih neanîn bi tundiya mêr hatin kuştin.

Li gorî daneyên Jinnewsê jî di sala 2021'ê de 311 jin hatin kuştin, 181 jin jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan. Kiryar jî têne parastin. Çawişê pispor Mûsa Orhan ê ku Îpek Er qetil kir, çawişê pispor Alî Dalgiran ê ku Surme Înce qetil kir, gardiyan Halîl Îbrahîm Sert ê ku li Wanê bi wesayitê Dîlan Toptaş qetil kir,  polîs Ercan Ûysaler ê ku weke midûrê Mardîn Kent A.Ş. hate tayînkirin û jinek ber bi fûhûşê ve dehf da, li Dersimê berpirsyarên sereke yên windakirina Gulîstan Dokû Zaînal Abarakov û bavê wî yê polîs Engîn Y. hîn jî bi serbestî digerin û têkildarî wan biryarek nehatiye dayin.

Ji 5'ê Çileya 2020'î û vir ve agahî ji Xwendekara Pola 2'emîn a Beşa Pêşketina Zarokan a Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû agahî nayê girtin. Tevî ku du sal di ser re derbas bûne, di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Tûncelî de gavek nehatiye avêtin. Rêxistinên civakî yên sivîl û Malbata Dokû bal kişandin ser 'kuştina plankirî' û dixwazin ku lêpirsîn bi vî rengî bê meşandin, lê belê di serî de dozgerî, nûnerên saziyên fermî giraniyê didin ser îdîayên 'xwekuştinê'. Tevî ku rojek beriya windabûna Dokû bi hevalê xwe yê berê Zaînal Abarakov re nîqaşeke giran kiribûn, ev yek bi dîmenên kamerayê jî hatibû dîtin, li mala Zaînal Abarakov nehate gerîn û nehate destgîrkirin. Her wiha destûr hate dayin ku ew mala xwe bar bike.

Seroka Komeleya Piştevaniya Jinê ya Yenîgunê Çagla Yolaşan diyar kir ku mirina bi guman a jinan û kuştina jinan gelekî dişibin hev û got, "Li pişt van kuştinan mêr hene ku timî têne parastin. Hem kuştina jinan hem jî veşartin û parastina kiryaran ji heman çavkaniyê tê. Bûyera Gulîstan Dokû ji vê yekê cuda nîne."