Kûday qala Sêvêyan kir

Siyasetmedarên Kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar di 4'ê Çileya 2016'an de li Silopiyyaê hatibûn qetilkirin. Kezban Kûday ku bi wan re li heman qadê kar dikir, diyar kir ku ew weke 'sê jin ên şoreşger' li mejiyê gel neqişîn.

Endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Sevê Demîr, aktîvîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir di 4'ê Çileya 2016'an de ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Kezban Kûday ku bi her sê jinên Kurd ên şoreşger re demekê kar kir û ew ji nêz ve nas dikir, ji ANF'ê re qala wan kir. Kûday bal kişand ser çend roj beriya ragihandina qedexeya derketina derve û bi bîr xist ku karmendên dewletê bi destê qeymeqamtiyê ji navçeyê hatin derxistin. Kûday anî ziman, dema ku Pakîze Nayir dît ku mamoste û karmend ji navçeyê tên derxistin got, "Vana wê tiştên gelekî mezin bînin serê vî gelî" û diyar kir ku gotinên Nayir piştî demeke kurt pêk hat.

BI ZANEBÛN KUŞTIN

Kûday bi bîr xist ku 14'ê Kanûnê dengê tankan hat; Silopiya bi temamî ji aliyê sekvanan ve hate dorpêçkirin û got, "Pakîze 4'ê Çileyê dema ku hewl dida ji mala xaltîka xwe biçe taxa Yeşîltepeyê bi guleyên ji wesayita zirxî hatin reşandin, birîndar bû. Piştre Sêvê û Fatma jî li heman cihî bûn hedef. Dema ku hevalên jin birîndar bûn, ji bo ambûlans ber bi herêmê ve bê şandin, rêveberên partiyê li rayedaran digeriyan. Sêvê û hevrêyên wê bi saetan li erdê li benda ambûlansê man. Bi saetan dest li herêmê nehate werdan. Herêmên derdora hevalên jin timî dihatin reşandin. Destûr nedihate dayin ku kes xwe nêzî wan bike. Yên ku serê xwe bilind dikir yekser dibûn hedefa sekvanan. Sêvê û hevrêyên wê bi zanebûn hatin kuştin."

CENAZEYÊN WAN BI QASÎ KU NEYÊN NASKIRIN...

Kûday diyar kir ku her sê jin li herêmê naskirî bûn, siyaset dikirin û got, "Her sê jin ên siyasetmedar ji ber ku ev kar dikirin bi zanebûn bûn hedef. Ji ber vê yekê êşkence li bedena wan kirin û bi vî rengî înfaz kirin. Ev rewş di raporên otopsiyê de jî hate destnîşankirin, ji ber ku bi dehan fîşek li wan reşandibûn ku êdî cenazeyên wan nedihate naskirin. Ew jin, di têkoşînê de jinên pêşeng bûn. Lewma dewletê ew kirin hedef. Li Silopiyayê dihatin naskirin û ji wan dihate hezkirin. Bi rastî jî nêzîkatiya wan a li gel, dilsoziya bi têkoşînê re timî li pê çavan bû. Kelecan û morala wan ji bîra kesî naçe. Sêvê, Fatma û Pakîze, li ku derê pirsgirêkeke jinekê hebûya ew beriya her kesî li wir bûn.

TIMÎ LI PÊŞ BÛN

Bi zarokan re zarok, bi extiyaran re extiyar bûn. Wê demê di çalakiyên jinan hemûyan de me her sê bi hev re li refên herî pêş didît ku dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' diqîriyan. Hûn îro li Silopiyayê serdana kîjan malê bikin wê ji we re qala sekna wan, fedakarî û têkoşîna wan bike. Ew weke sê jin ên şoreşger li mejiyê gelê xwe neşiqîn. Sekna wan ji bo me jin ên ciwan perspektîf e."

Kûday diyar kir ku Pakîze Nayir timî digot, 'Eger Botan bi ser bikeve wê mirovahî bi temamî bi ser bikeve' û wiha dewam kir, "Pakîze di her axaftina bi telefonê de bi dehan caran digot 'em ê têk neçin'. Bi karê xwe, li pişt xwe dîrokeke berxwedanê ji me jinan re mîrateya têkoşînê hişt. Pakîze pêşengî ji civakê re dikir. Yeka karker bû, bi xurtî têdigihîşt û tevî ku dixebitî, dema xwe baş dinirxand. Fatma jî bi eşq û kelecan têdikoşiya. Îradeyeke xwe ya xurt hebû û dilsozê gotina xwe bû. Mirovan dîsîplîn û fedakariya wê didît. Xwe ji tiştekî venedigirt. Îro li her gund û bajarên Kurdistanê şopa Sêvê heye. Li her devera ku diçû li jinan guhdarî dikir, ji wan re dibû hevrê. Gelekî zor û zehmetî kişand, lê têk neçû. Her tim li ber xwe da."