Hejmara nû ya kovara girtiyên jin 'Roperî' derket

Hejmara nû ya kovara Roperî derket. Kovara Roperî li girtîgeha Şakranê bi destnivîsa girtiyên jin serê 3 mehan bi rengekî perîyodîk derdikeve.

Hejmara 14'an a kovara Roperî derket, ku girtiyên jin ên Girtîgeha Jinan a Girtî a Şakranê vê kovarê amade dkin.

Kovar serê 3 mehan carekê derdikeve. Hejmara Tîrmeh-Tebax-Îlonê ji ber sedema ku salvegera Kobanê ye, li ser berga wê şervaneke YPJ û nivîsa, 'Em bûn berxwedan' heye.

Kovara bi temamî bi destnivîsê tê amadekirin û wêneyên tê de jî girtiyên jin xêz dikin. Kovar ji 52 rûpelan pêk tê û di kovarê de nivîsên Kurdî û Tirkî hene. Di kovarê de nivîsa edîtor heye û nivîsa edîtor wiha dest pê dike: "Ji hemû dilên berxwedêr re merhaba!"

Di kovarê de ji ber sedema Meha Miherremê cih dane Elewiyan jî. Bi nerîna jinê Şoreşa Rojava, di şertên Rewşa Awarte 2017'an de berxwedana li girtîgehan jî di kovarê de tê vegotin. Ji bo nûçegihan Denîz Firat ku di êrîşa DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da nivîsek heye.

Kovar di vê malperê de wê were weşandin http://www.gorulmustur.org