Koroya Jinê ya Rengîn ji bo 25 Mijdarê klîbek 2 zimanî çêkir

Sala bihorî Koroya Jinê ya Rengîn li Londrayê ji bo berhema xwe ya “Jin Hene” a bi boneya “25’ê Mijdarê” bideng bike, klîpek çêkir. Klîba ku tevahiya qonaxên bi keda jinê hatiye çêkirin ji guharên li medya dîjîtal re hat pêşkêşkirin.

Koroya Jinê ya Rengîn ku di hemû pêvajoya qerentînê ya ji ber şewba koronayê de bi platformên onlîne hatin ba hev û dest bi stranbêjiyê kirin, bi lez mezin bû û îmze avêt binê xebatên nû.

Piştî ku pêvajiya qerentîneyê bi dawî bû û Koroya Jinê ya Rengîn karî bi rengekî zindî bihevre bixebitin, endamên xwe zêdekirin û bi boneya 25’ê Mijarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Şîdeta li Ser Jinê klîbek amade kir.

Klîba dîmen ya ji bo berhema bi navê “Jin Hene” ya siyasetmedara jin Fîlîz Kerestecîoglû ku bi nasnameya xwe ya femînîstî ve tê naskirin bi zimanê Kurdî û Tirkî hat amadekirin. Jinan di hemû pêvajoyên amadekirina klîbê de kedek dan. Klîb balê dikişîne ser piştewaniya jinan û jinên ku rastê şîdetê hatine û jiyana xwe ji destdanî bibîr tîne.

https://www.youtube.com/watch?v=99bl4_BA9-M