Koordînasyona YPS-Jin: Têkoşîna me wê bi ser bikeve
Koordînasyona YPS-Jin: Di vê pêvajoyê de, ku gelê me gelekî nêzî azadiyê ye, wezîfeya bingehîn a hêzên YPS-Jinê ye ku li ser şopa şehîdan têkoşînê bi ser bixînin.
Koordînasyona YPS-Jin: Di vê pêvajoyê de, ku gelê me gelekî nêzî azadiyê ye, wezîfeya bingehîn a hêzên YPS-Jinê ye ku li ser şopa şehîdan têkoşînê bi ser bixînin.
Koordînasyona YPS-Jinê bi wesîleya salvegera damezrandina YPS-Jinê de daxuyaniyek da û got, "Di vê pêvajoyê de, ku gelê me gelekî nêzî azadiyê ye, wezîfeya bingehîn a hêzên YPS-Jinê ye ku li ser şopa şehîdan têkoşînê bi ser bixînin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, pêvajoya heyî berxwedan an jî teslîmiyetê li ser gel û jinên Kurd ferz dike û hat gotin, mêtîngeriya AKP-TC tevî ku bi hemû hêza xwe êrîş kir jî di vê demê de negihîşt armanca xwe ya tinekirina tevger û gelê Kurd.
Koordînasyona YPJ-Jinê diyar kir, li dijî êrîşên qirkirina gelê Kurd û tesfiyekirina tevgera azadiyê, ji bilî çareseriya bi pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî yê xwe dispêre hêza xwe, ti alternatîf nema ye û got, "Ji ber vê pêwîstiyê, me bi berxwedana topyekûn bersiv dan êrîşên topyekûn ên desthilatdariya AKP'ê û pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî dan destpêkirin. Lewma, têkoşîna ku bi îlana YPS û YPS-Jinê hat destpêkirin û heta roja îro dimeşe, di warê pirsgirêka man û nemanê ya gleê Kurd de gelekî krîtîk û dîrokî ye."
Koordînasyonê destnîşan kir, ku bi 4'ê Adara 2016'an bi ragihandina YPS-Jinê re wezîfeya parastina xwe, çand û nasnameya xwe ji bo jinan weke rastiyekê derket holê û wiha dewam kir: "Hêzên YPS-Jinê yên bi vê erkê rabûn, di dema berxwedana bajaran de bi xurtî li ber xwe dan, destanên dîrokî afirandin û bi dehan lehengan nîşanî cîhanê dan ku gelê Kurd bêxwedî nîne."
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Rastiya gelê ji agir a Rêberê me afirand, xwedî wê hêzê ye ku di her serdemê de lehengan bafirîne. Her ku ev hêz xwe mayînde bike, wê azadî jî garantî be. Tecrîda li ser Rêberê me, tecrîda li ser me ye. Lewma weke YPS-Jin, her darbeya ku bi vê têgihiştinê em i dijmin bixin wê me hê bêhtir nêzî azadiyê bike. Pêwîste berê me li vê biryardarî û serketinê be. Îdîa, biryardarî û serketina azadiyê, wê seknên hêjayî şehîdan e, bafirîne."
Koordînasyonê da zanîn, gelê Kurdistanê ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ne û destnîşan kir, ku li ser şopa şehîdan bi serxistina vê têkoşînê weke wezîfeyeke bingehîn li pêşiya hêzen YPS-Jinê ye. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Şehîdên me rêya me ya ber bi azadiyê ve ne. Ji ber vê yekê, her şervaneke YPS Jinê wê di her serdemê ve li gorî vê pisûlaya azadiyê tevbigerin, erk û wezîfeyên xwe li her qadê û di her demê de bi cih bînin, şervaniya rastiya azadiya Rêbertî di şexsê xwe de zelal bikin û bi ser bikevin. Azadiya Rêbertî û şikandina zincîra qirkirinê bi rastiya gelê ji agir û bi ewladên bi ruhê fedayî berê xwe dane şoreşê dibe. Pêwîste em van erk û wezîfeyên dîrokê daye me baş binirxînin, di dema afiradina dîrokê de wateya xwe di asta herî bilind de derxînin holê û jiyana azad a Rêbertî destnîşan kir, bafirînin û biparêzin."
Koordînasyona YPS-Jinê da xuyakirin, ku ji her demê bêhtir jin niha li her qada jiyanê dibin hedefa şîdet, zext û mêtîngeriyê û got, "Ji her demê bêhtir pêwîstiya jinê bi xweparastinê heye. Xweparastina jinê mîna sitriyên li dora gulê, pêwîst e."
Di dawiya daxuyaniyê de 8'ê Adarê û yekemîn salvegera damezrandina YPS-Jinê li hemû jinê berxwedêr û azadîxwaz hat pîrozkirin.
Koordînasyonê destnîşan kir, ku weke YPS-Jinê ew ê pêşengiyê ji xweparastina jinê re bikin.