Koordînasyona PAJK'ê Sara, Rojbîn û Ronahî bibîr anî

Koordînasyona PAJK'ê got, "Mîna Roza Luksembûrg a sedsala 21'an, hevala me Sara li her qada têkoşînê hebû û wê her tim hebe."

Koordînasyona PAJK'ê ji ber salvegera komkujiya Parîsê, ku yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez lê hatin kuştin, daxuyaniyek weşand û got, "Mîna Roza Luksembûrg a sedsala 21'an, hevala me Sara li her qada têkoşînê hebû û wê her tim hebe."

Koordînasyona PAJK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û Sakîne Cansiz (Sara) a ku di tevgera azadiya jinê de kesaiyeteke pêşeng a dîrokî ye, Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Cansiz gotiye 'Jiyana wê mînak e" û wiha hat gotin, "Belê ew bi ruhê xwe yê nazik, bi têkoşîna xwe ya tijî û dagirtî, bi baweriya xwe ya xurt, bi nasnameya xwe ya berxwedêriyê, bi dilê xwe yê hemû mirovahiyê hembêz dike, bi nêrîna xwe ya dewlemend a hemû cihêrengiyan dibîne û bi rêbaza xwe ya jiyan û têkoşînê milîtaneke jinê ya mînak bû. Kesayeta Sara bi jiyana xwe re efsane, bi têkoşîna xwe re destan û bi şehadeta xwe re jî nasnameyeke gerdûnî ye. Ji bo gelê xwe li cihê pêwîst ajîtator, li cihê pêwîst şervan û siyasetmedar bû. Çi li febrîqeyê, çi li zîndanan, çi li çiyê û çi jî li qada civakî, ew milîtaneke Apoyî bû, ku dizanîbû li her cihî têbikoşe.

Li binê her gava destpêkê a têkoşîna me ya azadiya jinê mohra hevala Sara heye. Maratona têkoşînê ya bi koma ewilî dest pê kir, di berxwedana zîndanê de gihîşt asta herî bilind. Bû yekemîn jin ku li zîndanê parastina siyasî kir û di dîrokê de yekemcar bû jin a kete rojiya mirinê. Bi gotina 'Wê ji vê derê îtirafkara jin dernekeve' bi helwesta xwe ya serî li ber dijmin natewîne ku ji Seyîd Rizayan wergirtî, timî bû navê serbilindî û têkoşîna bi rûmet. Di heman demê de nefera destpêkê ya artêşbûna jinê û fermandara destpêkê ya artêşa jinê bû. Jinan di destpêkê de xwe di nava sîwanê YAJK'ê de bi rêxistin dikirin. Hevala Sara jî li vê derê bi nîqaşên xwe yên bi coş bû rêvebera biryardariyên mezin. Dema îdeolojiya azadiya jinê hat ragihandin jî, bi zanebûna xwe ya kûr, mîna derwêşekê di rêya rastiYê de meşiya. Dema tevgera jinê bû xwedî sîstema konfederal, di xebatên xwe yên civakî de bi taybetmendiyên xwe yên gelparêz û welatparêz, di dilê Elewiyan, Êzidiyan, hemû jinênp enaber, jin, zarok, ciwan û her kesî de cihekî mezin girt."

Koordînasyona PAJK'ê dest nîşan kir, ku Cansiz di heman demê de weke rûyê tevgera azadiyê li derve bûye semboleke gerdûnîbûna têkoşîna azadiya jinê û wiha dewam kir: "Mîna Roza Luksembûrg a sedsala 21'an, hevala me Sara li her qada têkoşînê hebû û wê hebe. Bi vî rengî li ser rêya xwebûnê, kesayeteke serbixwe bû ku xwe ji her tiştên pavşerû-kevneperest ên sîstemê rizgar kiribû. Kesayeteke pêşeng bû ku li pey kesî nedimeşiya. Her tim li pêş her kesî dilezand û şopên dîrokî li şoreşê danî. Piştre bi mîlyonan şopdarên wê li Sûrê, li Cizîrê, li Nisêbînê bûn dewama şerê wê. Di vê mehê de ku Sara, Rojbîn û Ronahî herdemî bûn, hevalên Sevê, Fatma û Pakîze yên ji heman kevneşopiya berxwedanê tên, bûn şopdarên vê têkoşînê.

Daxwaza têkoşînê û xeta azadiyê ya hevala Sara, ji bo hemû jinên di rêya azadiyê de serî radikin, bûye xeteke divê were şopandin. Lewma Rêber Apo dibêje 'Azadiya jinê têkoşîna Sakîneyan e'. Em ê jî di vê rêya ku hê em li nêvî ne, mîna Sarayan em ê di têkoşîna şoreşê de cih bgirin. Ev milîtana jin ku her gavê digot ew gelekî ji têkoşînê hez dike, nîşanî me daye ku di rêya azadiyê de bi têkoşîna Apoyî dikarin ji hemû astengiyan derbas bibin. Bi taybetî di vê demê de ku dijmin ji her alî ve êrîşî têkoşîna me ya azadiya gelê Kurd dike, bi mîrateya têkoşînê ya bêdawî ku me ji hevala Sara dewr girtine, bersivdayîna li êrîşan karê herî bi bandor ê serdemê ye. Hevala Sara dema digot 'Ez gelekî ji Kurdistanê hez dikim' wiha dewam dikir 'Xeyala Kurdistana azad, wekhev û bi kulîlkan xemilandî' ji bo me wesiyet e. Ji ber vê yekê dem hatiye ku em dest bi têkoşîneke bêdawî û hevgirtî bikin. Her tişt me vedixwîne têkoşîneke mezin. Li dijî sîstema bi serdestiya mêr a ku bi palpiştiya sıstemeka faşîst a despotîk, hemû jinên ku dilê wan ji bo mirovahiyê lê dide, divê bi seferberiya têkoşîna hevpar dest bi têkoşîna mezin bikin. Ji bo kirina vê yekê ji her demê bêhtir sedemên me yên emzin hene. Ji bo bi serxistina vê yekê jî em ji her demê bêhtir xurt û amade ne. Rêber Apo dema digot, 'Ez ê hesabê Sakîneyan bipirsim, ez ê yên ku ev kirine eşkere bikim' helwesta xwe ya li pêşberî vê komployê û armanca xwe nîşan da. Weke Tevgera Azadiya Jinê ev helwest û armanca Rêberê me wezîfeya me ya sereke ye. Ji bo vê çi divê em ê wê bikin. Têkoşîn divê em ê têbikoşin, rêxistinî divê em xwe bi rêxistin bikin, fedakarî divê em ê fedakariya herî mezin nîşan bidin. Bi kevneşopiya têkoşerî û rêbaza têkoşînê ya bi hevrê Sakîne tê binavkirin, em ê hesab ji komplokeran bipirsin. Em careke din pê serbilind in ku li ser xeta Sara ne û dilsoziya xwe ya bi vê xetê re careke din nîşan didin. Em soz didin ku em ê bîranînên wan di têkoşîna xwe de bi ser bixînin."