Kongreya Star: Xwedî li qadên xwe yên xweser derkevin

Koordînesyona Kongreya Star êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li ser navenda fermandariya YPG`ê şermezar kir û bang li hemû jinan û gelên herêma Bakurê Sûriyeyê kir ku xwedî li qadên xwe yên xweser derkevin.

Koordînasyona Kongreya Star, têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ya li ser Dêrik û Şengalê daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyanî Koordînasyona Kongreya Star wiha ye:

“Balafirên şer ên dewleta Tirk şeva din di seat 2:00`an de êrîşeke berfireh li dijî navenda Fermandariya YPG`ê ya li çiyayê Qereçox nêzî bajarê Dêrikê û li dijî herêma Şengalê pêk anîn.

Hikumeta AKP û Erdogan a faşîst bi wê êrîşê carek din tirsa xwe li hemberî gelekî ku bi pêşengtîya jinên xwe birexistin kirî, berxwedêr û têkoşînvan nîşan da. Her wiha dewlata dagirker carek din di nav hewlidanan de ye ji bo ku bikaribe ji çeteyên xwe ango hevkarê xwe DAIŞ’ê re deriyê nefesê verbike.

Dewleta Tirk a dagirker li ber çavê giştî cîhanê distûrên navneteweyî îxlal kir û sînorê dewleta Sûriyê derbas kir. Em bang li hêzên demokratîk ên cîhanê û tevahî jin û gelên ji bo demokrasiyê têdikoşin ku destewerdana dewleta Tirk a ji herêma Cerablûs destpê kir, gundên Efrînê jî topbaran kirin û ji Şengalê heyanî Efrînê êrîşî gelên me kir ji wê hovîtîyê bidin sekinandin.

Em weke Kongra Star êrişên hovane ya dewleta Tirk li ser gelên herêmê û êrîşa wan bi tundî şermezar dikin.

Em her wiha bang li hemû jinan û gelên herêma Bakurê Sûriyeyê dikin da ku xwedî li qadên xwe ya xweser derkevin û wê hovîtîyê şermazer bike”.