Kongreya Star qirkirina Şengalê şermezar kir, banga têkoşînê kir

Kongreya Starê di salvegera 6'an a Fermana Şengalê de qirkirina Êzîdiyan şermezar kir û diyar kir, çawa ku bi pêşengiya jinên Kurd çeteyên DAÎŞ'ê hatin têkbirin, wê îro jî bi heman helwest û hişmendiyê li ber xwe bidin.

Kongreya Star diyar kir hişmendiya DAÎŞ'ê bi destê dewleta Tirk bi rengekî aşkere êrîşên xwe yê li ser Şengal, Rojava, Bakur û Başûr didomîne.

Kongreya Starê got, ''Wekî ku tê zanîn di 3’ê Tebaxa 2014’an de li ser Êzidiyên Şengalê dagirkerî û çeteyên DAÎŞ’ê xwestin fermana qirkirina çandî pêk bînin û fikir û felsefeya Ezdayîtiyê ji holê rabikin. Ji ber ku ev fikir û felsefe bingeha dîroka berxwedanî, xweparastin û cewherê Zerdeştiyê ye. Di heman demê de ev ferman, îfadeya li dijî avakirina sîstema netewa demokratîk dide diyarkirin. Ji bo wê jî dixwazin bi rêya ferman û êrîşên qirkirinê ve, hêza gelên berxwedêr û demokratîk îmha û înkar bikin û desthilatdariya xwe li ser hemû gelên bindest bidin berdewam kirin.''

'BI QIRIKINA JINAN XWESTIN KU CIVAKÊ BIKIN KOLE'

Kongreya Star di daxuyaniyê de got armanca pêşî ya qirkirinê ew bû ku civakê bikin kole û azadiya wan tine bikin û wiha domand: Li hemberî vê fermana herî dawî ya ku li ser Êzidiyên Şengalê pêk hatibû, hemû dinya û raya giştî jî bêdeng man û xwe ker kirin. Encama vê fermanê de bi hezaran Şengalî ketin destê DAIŞ’ê û bi hezaran jinên Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin û li bazaran weke kole hatin firotin. Gelek mirovên herêma Şengalê jî birîndar bûn û hatin kuştin. Bi hezaran mirovên heremê ji ber vê fermanê dev ji axa xwe berdan û mecbûrî koçberiyê bûn. Ev yek jî dide xuyakirin ku armanca yekemîn ew e ku bi qirkirina jinan ve civakê bikin kole û azadiya wan tune bikin.''

'HÊZÊN HPG, YJA-STAR'Ê, YPG-YPJ'Ê KORÎDORA AZADIYÊ VEKIRIN'

Bi vê rêyê ve, xwestin qetliyamê pêk bînin lê belê, ev plan û projeya dagirker û hevkarên îxanetkar bi ser neket û hate pûçkirin. Li hemberî vê fermanê; Hêzên HPG, YJA-Star, YPG-YPJ’ê hewariya wan de çûn û korîdora azadî û rizgariyê vekirin û hemû gelên Êzidîyên li Şengalê gihandin warên ewle. Di encamê de Şengal ji destê çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin. Piştgiriya azadî û demokrasiyê û biratiya gelan xwedî çand û baweriyên cûda, li herêma Şengalê careke din xwe li hemberî dagirkerî û koletiyê, zindî û rêxistin kir. ''

'DIVÊ JIN Û CIWAN BI HEV RE LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK TÊBIKOŞIN'

Kongreya Starê bi berdewamî bal kişande ser dagirkeriya Tirk û got, ''Dîsa îro bi heman feraset, ji aliyê dewleta Tirk yên faşîst û dagirker ve, li ser Bakurê Rojhilatê Suriya Demokratîk û hemû perçeyên Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê xwe berdewam dikin. Divê em li hemberî tehdîdên li ser Şengalê û plana dagirkirina Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê, di pêşengtiya jin û ciwanan de, hemû gel bi hev re têbikoşin û li ber xwe bidin.''