Kongreya Star peyam ji NY'yê re şand

Navenda Têkiliyên Dîplomatîk a Kongreya Starê ji bo ku mudaheleyê li trajediyên li Sûriyê bikin bang li welatên endam ên Konseya Ewlehiyê ya NY'yê kir û got,''Niha li Sûriyê, nexasim jin trajediyeke mezin dijîn.''

Navenda Têkiliyên Dîplomatîk a Kongreya Star ji bo ku dawî li trajediya li Sûriyê were bang li Endamên Konseya Ewlerhiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir, ku bi peywira xwe rabin. 

Di nameyê de hate gotin;

“Birêz, Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonio Guterres,

Endamên Meclisa Mafên Mirovan a NY’yê yên rêzdar,

Birêz Seroka Rêveber a Desteya NY’yê ya Jinan Fumzili Malampo Nguca,

Endamên Meclisa Ewlehiyê yên rêzdar,

Em îro vê gilînameyê ji we re bi rê dikin û hêviya me heye ku dê ji aliyê we ve watedar be.

Êdî, bê navber û ji her demê zêdetir êşa sûcên dewleta Tirk  û alîgirên wê dikişînin, her wiha piştî bangên ji tevahî saziyên cîhanî yên der barê agirbesta giştî li cîhanê, bi taybet li herêmên germ û berêdana ber bi sekna li hember berbelavbûna Koronavîrusê (Covid-19) û tevî pêkanîna QSD’ê ya tevahî bangan, lê dewleta Tirk asta tundî û êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin, hê jî sûcên wê ji dema dagirkirina Efrînê di 18.03.2018’an de ji koçberkirin, kuştin, girtina bêserûber li dijî jin û zarokan digel tunebûna tevahî qanûnên hiqûqî de, berdewam in. Piştre dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî û bi kemînekê ji hêla koma Ehrar El-Şerqiyê yên girêdayî dewleta Tirk endazyar û Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef bi hovîtiyek ku di dîrokê de nebûye, hat hedefgirtin.

Her wiha em rojane dîmen, nûçe û wêneyên biêş dibînin û dibihîzin ku êdî dê çarenûsa me jî mîna wan be. Ji ber em jinên Kongreya Star bê westan ji bo gihandina jina sûrî ber bi ewlehiya bejahiyê ve tê dikoşîn ku mafên xwe yên ji hêla saziyên navneteweyî yên taybet bi jinan wek peymana Sîdaw û biryar 1325 û biryarên dîtir ên mîna vê hatine itîrafkirin, pêk bînin.

Jiyana ku jin îro li ser xaka Sûriyê dijîn, trajediyeke rastîn e, Tişt li Sûriye giştî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet, her wiha li Idlib, Efrîn, Cerablus, Girê Spî, Serêkaniyê û Kobanê dibe binpêkirin û sûcên li dijî jinan in. Êrişên dewleta Tirkiyê li dijî herêmên ewle li dijî tevahî qanûn û mîsaqên navneteweyî ne.

Ji lew re tişta ku hûn li gorî berpirsyariyên xwe yên dîrokî dibînin, em Kongreya Star bang dikin bi lez destwerdanê bikin ku edalet pêk bê û aloziya Sûriyê çareser bibe û dewleta Tirk destê xwe ji tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikişîne, her wiha em pêkanîna van xwestekan dikin:

- Fişarkirina li aliyên pêwendîdar ku qedexeya asîmanî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê ferzkirin.

- Avakirina komîteya lêpirsîna rastiyan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku sûcên dewleta Tirk û alîgirên wê ji komên çekdar lêkolîn bikin, her wiha sûca dawîn jî ya li gundê Helincê ya Kobanê di 23.06.2020’an pêk aniye, lêkolîn bike.

- Divê dewleta Tirkiyê destê xwe ji Sûriyê û gelê wê bikişîne û destwerdanên Tirkiyhê bên bidawîkirin.

- Fişarkirina li dewleta Tirk ku dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bike, dabînkirina vegera ewle ya koçberên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê pêk bê.

- Dadgehkirina sûcdarên dewleta Tirk û alîgirên wê der barê sûcên li dijîn jinan de, ji ber dikevin nava sûcên şer û dermirovî.''