Kongreya Star dest bi qonaxa duyemîn a pêngava xwe kirin

Kongreya Star dest bi qonaxa duyemîn a pêngava xwe ya ‘Ji dagirkerî û îmhayê re na, bi hev re jin û jiyanê biparêzin’ kir.

Kongreya Star a Kantona Qamişlo, bi beşdarbûna endamên rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên jin û partiyên siyasî û saziyên sivîl ên têkildarî jinan komxebatek li Hola Zana ya bajarê Qamişlo lidar xist.

Di komxebatê de du mijar hatin nîqaşkirin;  a yekemîn li ser dagirkerî û qirkirina jinan bû û ya din jî li ser komkujî û kiryarên ku li dijî jinê hatiye kirin bû.

Komxebat bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Endama Desteya Rêveber a Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif di derbarê mijara yekemîn de axivî û got: "Di dîroka mirovahiyê de jin hatin kolekirin, hîna jî ji aliyê rejîma baviksalarî ve tundî li ser jinan tê meşandin, jin dibin qurbana vê sîstemê ku raste raste bandorê dike."

Foza Yûsif destnîşan kir ku gelek rêbazên tundiyê hene ku li ser jinan têne meşandin û diyarkirin ku tundî ne tenê fîzîkî ye, di heman demê de tundiya fikirî û dirûnî jî hene.

Her wiha bal kişand ser sûcên çeteyên DAÎŞ'ê yên li dijî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha domand: "Sûcên ku çeteyên DAÎŞ'ê li herêmê pêk anîne, sûcên şer û qirkirinê ne. Ji ber ku raste rast jin dikirin armanc da ku bi wê re civakê hilweşînin."

Mijara duyemîn a komxebatê ji aliyê endamên Navenda Lêkolîn û Parastina Jinan Mizgîn Hesen û Etiya Yûsif ve hate nirxandin. Di vê mijarê de hin rêbazên bidawîkirina binpêkirin û sûcên li dijî jinên sûriyê hate destnîşankirin û wiha hate gotin: "Divê di tevahî aliyan de destek ji wan re bê pêşkêşkirin.”

Beşdaran jî li ser mijarê nêrînên xwe parve kirin.

Piştî bidawîbûna herdu beşan,  jinên ji tevahî rêxistinan daxuyanî dan û pêngava xwe ya nû ragihandin. Daxuyanî ji aliyê endama rêveber a Kongreya Star a Kantona Qamişlo Ibtîsam El- Hisên ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye: 

“Di nav bûyerên ku niha cîhan dijî li ser tevahî astên siyasî, leşkerî û ewlekariyê de jinan guhertin û veguhertinên bingehîn bi xwe re dan çêkirin. Di serî de jina li hember dagirkerê û zîhniyeta baviksalarî li ber xwe dan û misogerkirina mafê xwe di hevpeymana civakî de bi dest xist. Taybet di sîstema hevserokatiyê  de ku têde temsîliyeta jinê ji 100 î/ 50 ye.  Di heman demê de şoreş veguherî îlham, sirûş û sembol ji bo rizgariya tevahî jinên cîhanê. Li ser bingeha mîrate û destkeftiyên ku jinê ji bo misogerkirina mafê xwe di Sûriyeya pêşerojê de  30 dezgeh, sazî û rêxistinên jinan pêngavek bi dirûşma “Ji dagirkerî û qirkirinê re na, em ê jin û jiyana biparêzin” dest pê kir. Pêngav ji 8’ê Cotmeha  2020’an ta 11’ê meha Kanûnê di 2021’an li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam kir. 

Armanca pêngavê şermezarkirin û eşkerekirina kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê di derheqê jinan a li heremên dagirkirî de ye.  Dagirkeriyê li van deveran hemû zagonên navneteweyî  binpê kirin û guhertinên demografîk, xirakirina şûnwarên dîrokî û berovajîkirina rastiyan pêk anîn. Ev kiryar li derveyî exlaq û pîvanên mirovahiyê ne. 

Girîngtirîn xebat û çalakiyên ku di hundirê vê pêngavê de hatin lidarxistin ev in:

- Li ser hemû cûreyên tundî û dagirkeriyê 30 panêlên diyalogan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin lidarxistin.

-Sê panel li ser programa zoomê bi tevlêbûneke mezin ji tevahî jinên ji derveyî welat hate çêkirin.

-Xebatê komkirina îmzeyan ji bo aşkerekirina kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê, her wiha piştgiriya yekîneyên parastina jin YPJ bi tevlêbûna 368 kesayet û 231 rêxistinan hate bi rêxistinkirin.

-Insiyatîfa ku  34 rêxistin û dezgehên  jin li ser asta Rojhilata Navîn, Bakurê Efrîkayê û Mexribê têde beşdar bûn, di dîroka salvegera şehadeta siyasetmedara jin Hevrîn Xelef hate ragihandin. 

-Amedekirina dosyayên belgekirî ku têde kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê, destdirêjiya wan li ser jinê eşkere dike û şandina wan belgeyên komkujiyan aliyên peywendîdar re.

-Ji bo danasîna binpêkirin, kiryarên dewleta Tirk û komên girêdayî wê 400 biroşor hatin belavkirin. 

 -Navenda lêkolîn û parastina mafên jinê li Sûriyeyê hin dosyayên li ser kiryarên dewleta Tirk di heqê jinê de  eşkere kirin,  di nav de 88 hatine kuştin, 140 hatine revandin, 497 tundî dîtine.  Her wiha Meclîsa Edaleta Jinê 56 kuştin , 23 tecawiz , 26 jî xwekuştin , 11 revand , 24  destdirêjî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  belge kirin û ji rêxistinên  mafê mirovan  û hiqûqnasên jin  re hatin rêkirin.

-Ji bo ku em bikaribin destkeftiyên jinê biparêzin û îstiqrar wê mîsoger bikin, jiyaneke bi rûmet ji jinê re mayînde bikin. Em ê bi ruhê jina berxwedêran xebatên xwe berdewam bikin. Bi ragihandina hemleya duyemîn ku dê ji 17’ê  Kanûnê  ta 17’ê meha Nîsanê wê dewam bike, em serkeftinên xwe li tevahî jinan pîroz dikin. Em ê di demên pêş de armancên hemleya xwe ragihînin." 

Daxuyanî bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.