Kongreya Star 8'ê Adarê pîroz kir
Koordînasyona Kongreya Star 8'ê Adarê pîroz kir û got, "8'ê Adarê nîşanî me dide ku ji bo avakirina jiyana azad divê em pêşengiya xwe xurt bikin."
Koordînasyona Kongreya Star 8'ê Adarê pîroz kir û got, "8'ê Adarê nîşanî me dide ku ji bo avakirina jiyana azad divê em pêşengiya xwe xurt bikin."
Koordînasyona Kongreya Star, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Koodînasyona Kongreya Star di destpêka peyamê de berxwedana 124 jinên Amerîkayê ya beriya 107 sal bi bîr xist û got, "Beriya niha bi 107 salan, li Amerîka ya ku niha navenda Modernîteya Kapîtalîst e, ji bo jin bi rengek wekhev bijî û bixebitin, jinên berxwedêr dengê xwe bilind kir û dest bi berxwedanê kir. Lê pergala desthiladar bi komkujiyan bersiv da û 124 jin bi saxî hatin şewitandin. Ev berxwedanî ji bo me tevahî jinan bû mîrasekî bingehîn a xurt kirina tekoşîn û berxwedanê. Em jî wek rêxistina kedê ne û li ser bingehê vê keda xwe em tekoşîna azadiyê bilindtir dikin."
Kongreya Star di berdewama daxuyaniyê de bal kişand ser têkoşîna jinên Rojava û Şengalê li hember çeteyên DAIŞ‘ê û anî ziman ku têkoşêna jinan ji bo wan pir girîng e û wiha dom kir: "Vaye îro li her derê jinên ku kedkarê şoreşa Rojava, şervanên YPJ û YBŞ-Şengal berxwedanek bê hempa li hemberî çeteyên faşîst ên DAIŞ’ê didin meşandin. Ev berxwedaniya bi rûmet a ku di şexsê Arîn, Destîna, Armanc û Avesta de bilind bû, di nava civakê de di warê zihnî de guhertin û bandorek mezin ava kir. Ev ji bo me jinan pir girîng e."
Koordînasyona Kongreya Satr diyar kir ku li Kurdistana Rojava, Bakûr, Rojhilat û Başûr di 100 salên dawî de rastî trajedî talan, kedxwarî, qirkirin, enfal û îstilayan hat û wiha pêde çû: "Ji bo qirkirina wan mîsoger be, polîtîkayên qirkirina jinan a taybet, li ser jinên kurd ferz kir. Tundiya cinsî li dijî bi hezaran jin bi kar anîn; jinan weke xenîmetên şer diyarî artêşa xwe kirin, bi hezaran jinan firotin welatên din. Ji ber ku jin û kurd bûn, biçûk hatin xistin. Kurdistan kirin qada bêhiqûqî, bê nasname, bê statûbûyînê. Ji bo jinên kurd jî, rewş wisa bû. Jin kirin qurbanê, bêstatûbûn, bê nasnamebûn û bê huqûqiyê. Li gel van polîtîkayên bêstatûbûn ên hêzên derve, di hindur de jî, pergala desthilatdar, li ser navê eşîr, ol, adet, kevneşopiyê, jin qirkirin. Li gel vê zilma du alî ya jinên kurd di vê sedsalê de jiyan, hêviya azadiyê ya jinên kurd têk neçû. Ji ber ku di dîroka Mezopotamyayê de, Kurdistan bûye dergûşa şaristaniya civakî ya jinan. Azadî tim di nava jinê de veşartî maye. Di pêşengtiya Meyan Xan a Êzidî, Bese, Zarife, Leyla Qasım, Sakine Cansız, Beritan, Zilan, Viyan Soran, Şilan Kobani, Şirin Elemhuli de û bi saya jinên qehreman ên bêhejmar, têkoşîna jinên kurd qet ranewestiya. Taybet jinên jiyana civaka azad li Rojava gîhandin pergalekê û ji bo tevahiya cîhanê bûn mînak.
Têkoşîn, ked û berxwedaniya jinê tekoşîna ku bi Sara’yan destpê kir, bi Bêrîtan û Zîlanan bilind bû, bi fedaîbûna Arîn û Destînan ve giha asta herî bilind.
'BERSIVA 8'Ê ADARÊ BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ YE'
Kongreya Star diyar kir ku bersiva 8‘ê Adarê bilindkirina asta têkoşînê ye û got: “8’ê Adarê ji me re diyar dike ku divê em wek Kongra Star pêşengiya xwe bilindtir bikin da ku em jiyana azad ava bikin. Em ê xwedî li van erkên xwe derkevin û em ê dengê êş û kesera tevahî jinan veguherînin, dengê berxwedanî, tekoşîn û azadiyê. Bersiva herî rast ji roja 8’ê Adarê re wê bi bilind kirina tekoşînê be.”
Koordînasyona Kongreya Star di dawiya peyamê de 8‘ê Adarê pîroz kir û got: “Di salvegera 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de, di serî de li afirînerê jiyana azad, li rêhevalê jinê Rêber APO pîroz dikin. Kurdistan tevahî, jinên ji bo azadiyê şehîd bûne, bi hurmet di şexsê rêheval Sara, Rojbin, Ronahî, Arîn de tevahî şehîdên şoreşê bibîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Her wiha em vê rojê li tevahî jinên têkoşer û azadîxwaz ên cîhanê pîroz dikin û em dibêjin ku wê serkeftin her ya me be. Dîsa vê rojê li tevahî jinên Kurd, jinên cîhanê û tevahî hêzên me yên ku di çeperên herî pêş de ji bo bilindkirina tekoşîna azadiyê li berxwe didin, bi qehremanî şer dikin pîroz dikin.”