Kongreya Jinên Ciwan ên Ewropayê dest pê kir

Kongreya Jinên Ciwan ên Ewropa bi şîara “Xwe nexapîne! Têkoşîna Azadiyê bi rêya te re derbas dibe’ destpê kir.

Kongreya Jinên Ciwan ên Ewropayê bi beşdarbûna jinên ciwan ên ji bajarê Elmanya, Fransa, Swîsre û gelek bajarên din ên Ewropayê li bajarê Elmanya Darmstadtê destê kir.

Kongre bi şîara "Neyê xapandin! Têkoşîna Azadiyê bi rêya te re derbas dibe” tê lidarxistin. Li salona kongreyê wêneyê jinên şehîd ên têkoşîna azadiya jinê hatin daliqandin.

Li ser navê TJK-E Havîn Guneşer û li ser navê Kampanyaya Gemeinsam Kämpfen (Em Bihevre Têbikoşin) ji Tevgera Feminîst a Elman Caro axivîn û piştre kongre bi hilbijartina dîwanê dom kir.

Tê payîn ku kongre heta saetên şevê bidome. Jin wê proje, taktîk û perspektîfên nû yên li dijî modernîteya kapîtalîst gotûbêj bikin.