Kongreya Jinên Ciwan bidawî bû

Kongreya Jinên Ciwan ên Ewropa ku li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê hate lidarxistin, bidawî bû.

Kongreya Jinên Ciwan ên Ewropa ya bi şîara “Neyê xapandin! Têkoşîna Azadiyê di rêya te re derbas dibe” bidawî bû.

Kongre saet 12:00’an bi beşdarbûna gelek jinên ciwan ên ji bajarên Elmanya, Fransa, Swîsre û welatên din ên Ewropayê destpê kir. Kongre ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya jinê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Kongre bi hilbijartina dîwan û axaftina vekirinê ya komîteya amadekar dewam kir.

TJK-E, Tevgera Feminîst a Elman û Saziya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW) kongre silav kir û kongre bi axaftina jinên ciwan ên ji welatên Ewropa beşdarbûyîn dom kir.

Kongre bi guhdarkirina stran û govendê bidawî bû.