Kongra Star: Zelal jiyana xwe diyarî azadiya jinê kir

Meclîsa Kongra Star, bi daxuyaniyekê êrîşa suîqestê ya li dijî şoreşgera jin a Kurd Feryal Silêman Xalid (Zelal Zagros) a li Kerkûkê şermezar kir û got, "Zelal heta nefesa xwe ya dawî jiyana xwe diyarî azadiya jinê kir."

Di 18’ê Çileyê de li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê pêşeng û şoreşger Feryal Silêman Xalid di encama sûîqestekê de hate qetilkirin.

Meclîsa Kongra Star di daxuyaniya xwe ya nivîskî de, diyar kir ku qetilkirina jinên pêşeng û şoreşger nîşan dide ku zîhniyeta faşîst ji jinên zane û xurt ditirse.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Duh pêşeng û têkoşer Nagîhan Akarsel (Zîlan Koniya) bû, îro jî pêşeng û têkoşer Feryal Silêman xalid (Zelal Zagros) hate qetilkirin. Soza me, wê rakirina tolan wan be.”

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, “Ji bo vê divê her jin, xwedî li şoreşgera jin a Kurd derkeve. Divê hemû jinên lêgerînvanên azadiyê, li dijî zîhniyeta ku jinê qetil dike, rabin ser piyan û dengê xwe bilind bikin. Ji ber ku hevrê Zelal di têkoşîna xwe yê azadiyê de, ne tenê ji bo jinên kurd ji bo hemû jinan têkoşîn meşand. Bi taybetî di Şoreşa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kedeke mezin da. Girîngiyeke mezin dida hişmendiya jinên Ereb û hemû jinên din ên li xaka Mezopotamyayê dijîn.

Di heman demê de li Başurê Kurdistanê têkoşîneke mezin meşand. Zelal di her qada jiyanê de ji bo rastiya zîhniyeta ku jinan qetil dike derxe holê têkoşiya û herî dawî li Başûrê Kurdistanê ji bo bi hemû tevgerên din ên jinan re têkilî dayne, ket nava tevgerê. Zelal her tim xurtkirina rêxistinbûn û yekîtiya jinan diparast.

Zelal ku bê dudilî têkoşîna xwe berdewam kir, heta nefesa xwe ya dawî jiyana xwe diyarî azadiya jinan kir. Ji ber vê, ji bo ev bûyer derkeve holê û kujer bên dîtin, em bang li hemû jinan dikin ku rabin ser piyan û xwedî li têkoşîna wê ya azadiyê derkevin. Her wiha em dibêjin ku hikûmeta Iraqê mudaxeleyî bûyerê bike û kujer bêne deşîfrekirin. Ji ber ku eger kujer neyên dîtin ruxmî ku kujer diyar e, ev tê wetaya ku hikûmeta Iraqê û hikûmeta herêmê jî hevakarên qetilkirina Feryal Silêman Xalid (Zelal Zagros) in.”