Konferansa TJA’yê bi atolyên medya, huner, hiqûq û siyasetê dewam kir

Konferansa ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve li Amedê hat organîzekirin, li ser mijarên cuda gelek atolye hatin lidarxistin.

Konferansa Tevgera Jinên Azad (TJA) a bi dirûşmeya "Zincîra Bêdengiyê: Hilweşîna Dîwarên Girtiyên Siyasî yên Jin" duh destpêkiribû, di roja duyemîn de bi atolyên “Medya û Çapemenî”, “Hêza Hunerê”, “Hiqûq û Parastina Mafan” û “Mîsyona Siyasetê” berdewam kir.

Moderatoriya atolyeya “Medya û Çapemeniyê” rojnamevan Oznûr Deger û Esra Çîftçî kir. Deger, di beşa “di parastina girtiyên siyasî yên jin de bikaranîna bibandor a rola medya û çapemeniyê” de got ku bi kûrbûna pirsgirêka Kurd û tecrîdê re girtîgeh veghueriye warên her kesî. Rojnamevan Esra Çîftçî, jî anî ziman ku pirsgirêka girtîgehan pirsgirêkeke sedsalî ye û wiha got, “Pirsgirêkênli girtîgehan baş nayên nîşandan. Mijara esasî ya ku em li ser nîqaşê bikin, rola çapemeniya azad û muxalîf e. Em pirsgirêkên girtiyan baş ranaxin ber çavan. Em gelemperî yên bêhtir populer nîşan didin. Em nûçeyên girtîgehan çêdikin lê gelo hûrgiliyên wan çiqas nîşan didin?”

Piştre jî atolyeya “Hiqûq û Parastina Mafan” hate lidarxistin. Moderatoriya wê parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ulaş û psîkolog Jiyan Ay kir. Di bin serenavê “di parastina girtiyên jin ên siyasî de rêyên hiqûqî, parastina mafan û stratejiyên bibandor” de nîqaş hatin meşandin.

Parêzer Îpek Ulaş, diyar kir ku jinên ku tên binçavkirin ji ber nasnameya xwe rastî tundiyê tên û bal kişand ser binpêkirina mafan ên li girtîgehan pêk tên.

Piştre jî atolyeya “Hêza Hunerê” hate lidarxistin.

Moderatoriya wê wênesaz Sevînç Altan û hunermend Fatoş Îrwen kir. Di atolyeyê de bi sernavê “Di xuyanîkirina têkoşîna jinên girtî yên siyasî de hêza hunerê” de nîqaş hatin meşandin.

Hunermend Fatoş Îrwen bal kişand ser girîngiya pêşxistina formên cuda yên berxwedanê û wênesaz Sevînç Altan jî qala bandora xebata kolektîf kir.

Herî dawî jî atolyeya “Mîsyona Siyasetê” hate lidar xistin. Moderatoriya wê jî Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlu û aktîvîsta TJA’yê Bedîa Akkaya kirin. Di atolyeyê de di bin serenavê “Di parastina girtiyên jin ên siyasî de rol û mîsyona siyasetmedaran” de nîqaş hatin kirin.

Aktîvîsta TJA’yê Bedîa Akkaya, destnîşan kir ku tecrîda girankirî a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandor li hejmara girtiyên li girtîgehan kiriye.

Atolye bi dawî bûn. Konferans dê bi foruma bi sernavê “Gelo em bi hev re dikarin çawa pêş bikevin?” bi dawî bibe.