Konferansa Jinên Kurd a li Moskovayê bi dawî bû

Konferansa Jinên Kurd a 2’emîn bi dawî bû ya ku ji çar parçeyê Kurdistanê siyasetmedarên jin ên Kurd û ji Rûsyayê jî gelek kes beşdar bûbûn.

Li paytextê Federasyona Rûsyayê li Moskovayê bi organîzasyona Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê û Moskovayê Konferansa Jinên Kurd a 2’emîn bi dawî bû. Konferans îsal bi şîara “Li hemberî Îslama Radîkal rola têkoşîna jinan” bi beşdariya jinên ji Bakurê Kurdistanê, Rojava, Başûrê Kurdistanê û bi beşdariya gelek akademîsyen, parlementer û nûnerên saziyên civakî yên Rûsyayê hate lidarxistin.

Di beşa yekemîn de peyamên ji derve û ji hundir hatin xwendin. Piştre jî delege, axivîn.

Di beşa duyemîn a konferansê de jî beşdaran bal birin ser vî tiştî ku têkoşîna jinên Kurd ji nêz ve dişopînin. Û berxwedana jinên Kurd a li hemberî terora DAIŞ’ê hate nirxandin.

Beşdaran ev tişt destnîşan kirin ku, têkoşîna jinên Kurd a li Rojava û pergala bi îdeolojiya jinan tê avakirin, hêviyê dide hemû jinan.

Di konferansê de terora dewleta Tirk a li herêmê û alîkariya wê ya ji DAIŞ’ê re hate nirxandin.

Pêşnûmaya deklarasyona encamê ji delegeyan re hate xwendin. Wê encamname sibê li raya giştî were belavkirin.