Konferansa Jina Kurd a Rûsyayê dest pê dike

Li paytexta Federasyona Rûsyayê Moskowê, li Otêla Izmaylovskî, 2. Konferansa Jina Kurd îro saet 11.00’an dest pê dike.

Li Federasyona Rûsya Konferansa Jina Kurd a ku her sal di demên cuda de pêk tê îsal cara duyemîn bi navê ‘’Li dijî îslamiya tundrew rista têkoşîna jinê’’ li paytext Moskowê pêk tê. Ji Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê û ji Rûsyayê gelek kes wê tevlî konferansê bibin.

VEXWENDÎ

Di nav kesên ku hatine vexwendin de Wekîlên HDP’ê yên jin, Parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Rojava li ser navê Kongra Starê, Wekîlên YNK’ê, Tevgera Jin a Şengalê, Wekîlên Goran, Nivîskarên Rûs û her wiha ji gelek sazî û dezgên jin ên Rûsan jî hene.