Piştî ku Konferansa Jin, Jiyan û Azadiyê ku di 20 û 21’ê Çileya 2024’an de li bajarê Stockholmê yê Swêdê hat lidarxistin, Berpirsa Komîteya Dîplomasiyê ya Civaka Jinên Azad ên Kurdistanê (KJAR) Rozerîn Kemangerê li ser sedemên Şoreşa Jin, Jiyan û Azadiyê ji ANF’yê re axivî û got: “Her çend di sala derbasbûyî de Şoreşa Jin, Jiyan û Azadiyê gelek caran hatibe nirxandin jî, ji sedemên şoreşê û rêyên parastina wê bigire heta ev şoreş çawa dikare ber bi serkeftinê biçe, lê dîsan jî divê em vê şoreşê binirxînin û bixwînin da ku em bikarin çarerêyekê jê re bibînin . Bi dirêjahiya dîroka têkoşînê li rojhilatê Kurdistanê em dibînin ku rojhilatê Kurdistanê ji berxwedan, têkoşîn û serhildanê dûr nebûye, lê çi bû sedem ku vê serhildanê navê şoreşê wergirt? Ew sê peyvên efsûnî (jin, jiyan, azadî) çi bûn ku ev şoreş heta îro anî û karî bibe sê peyvên giring ku di hemû merasîman de bêne gotin?”
“RAYEDARÊN ÎRANÊ TÊKOŞÎNA JINAN JI BO XWE WEK ASTENG DIBÎNIN”
Rozerîn Kemanger di wê baweriyê de ye ku ev şoreş bi hişmendî û pêşengiya jinan tê meşandin û sînorên neteweyî derbas kirine û got: “Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê dest bir pirsgirêka herî bingehîn a civakê ku pirsgirêka jinan e ku îro jî em behsa wê dikin. Ji bo ku êdî jin tenê wek zayendekê neyên dîtin, azadiya jinan wek pirsgirêkeke civakê hate binavkirin û bû pirsgirêka hemû beşên civakê. Her netewe-dewlet bi awayekî cuda êrişî jinan dike. Jin dibin hedefa zihniyeta baviksalar a ku em gelek caran behsa wê dikin. Jin li rojhilatê Kurdistanê û li civaka Îranê gihiştine wê baweriyê ku ev êriş ji aliyê zîhniyeta desthilatdar a baviksalar a Îranê ve tên kirin, jin di bin siya vê zîhniyetê de dimînin û rojane rastî zextan tên. Di sala 2023’yan de gelek jin hatine kuştin, gelek jin hatine îdamkirin, gelek jinan dawî li jiyana xwe aniye, di girtîgehên Îranê de çi diqewime; ev hemû nîşan didin ku Îran ne tenê jinan marjînalîze dike, her wiha ji ber ku jin li dijî desthilatdariya wê berxwedan û têkoşînê dikin, jinan li pêşiya xwe jî wek asteng dibîne. Ji ber vê yekê, Şoreşa Jin, Jiyan Azadiyê di eslê xwe de bi pêşengiya jinan dest pê kir, lê gelo tenê bi jinan re sînordar ma? Na, vê şoreşê karîbû sînorê temen derbas bike, ji zarokên heft salî bigire hetan dibistan, zanîngeh, karker, zindan, dayikên şehîdan û li her derê jin jiyan, azadî dihate gotin. Dirûşma jin, jiyan, azadiyê ketibû devê hemû kesan ku xema wan a azadiyê heye û hemû bi awayekî xwe di nava şoreşê de dibînin û dikarin bi awayekî di vê şoreşê de cih bigirin.”
“DESTHILATDARIYA ÎRANÊ NEKARÎ ŞOREŞÊ SERKUT BIKE, JI BER KU HÊVÎ ÇÊBÛ”
Rozerîn Kemangerê anî ziman ku xaleke gelekî girîng a şoreşê ew bû ku beşdarbûna mêran gelekî berbiçav bû û wiha got: “Jinan mêr jî vexwendibûn vê têkoşîn û şoreşê. Di vê şoreşê de mêr gihîştin wê encamê ku ev sîstem ne tenê jinan, mêran jî mexdûr dike. Ji ber vê yekê şoreşa jinan di esasê xwe de şoreşeke civakî, rewşenbîrî û çandî bû. Desthilatdariya Îranê nekarî şoreşê serkut bike, ji ber ku hêvî çêbû. Hevokeke zêrîn a Rêber Apo heye ku dibêje “Hêvî ji serkeftinê binirxtir e!” Dema ku civakek bibe xwedî hêvî, têkoşîna wê berdewam dike; lewma desthilatdar bi gelemperî dixwazin wê hêviyê bişikînin da ku civak nekare têkoşînê bike. Piştî Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê ev hêvî bilind bûye, li her derê bi rengekî têkoşîn tê meşandin, li bajarên rojhilatê Kurdistanê, li bakurê Îranê, li başûrê Îranê, li Belûçistanê û li Efxanistanê em dibînin û berdewam e.
'ŞOREŞ JI BO TÊKOŞÎN Û NASKIRINA TÊKOŞERAN DERFETAN DIDE'
Têkildarî derfeta ku Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê dide têkoşîn û xebatên têkoşeran ev tişt anîn ziman: “Em wek Civaka Jinên Azad ên Kurdistanê bi salan e li Rojhilatê Kurdistanê di çarçoveya paradîgmaya ekolojîk, demokratîk û azadîxwaziya jinan de tê dikoşin. Paradîgmayek e ku gelek şehîd dane, gelek ciwanên rojhilatê Kurdistanê beşdarî vê paradîgmayê bûne û heta niha jî tê dikoşin û têkoşîn li çiya, bajar û di hemû warên civakî, leşkerî, siyasî de bi her awayî didome. Me wek KEJAR gelek hewl da ku gelek jinên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide û tê dikoşin, em bi wan re têkiliyê daynin. Şoreş her tim derfeta têkoşînê dide, me ev şoreş ji xwe re wek firsendeke gelekî zêrîn dît, rasterast têkiliya me bi gel re hebû. Têkoşîn li başûrê Kurdistanê û çiyayên Kurdistanê û li Ewropayê tê domandin. Yek ji wan xebatên ku di van rojên dawî de hat kirin jî xebata bi navê Konferansa Jin, Jiyan, Azadiyê bû. Zêdeyî salekê ye ku Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê berdewam dike. Di vê heyamê de li gelek deverên cîhanê şoreş û naveroka wê hatin nirxandin û kêmasiyên wê hatin nîqaşkirin, bo nimûne diviyabû çi bihata kirin û çi nehata kirin û di paşerojê de divê çi bê kirin, piştre pêwîst hate dîtin ku platformek çêbe da ku ji her neteweyekê jin bên û behsa pirsgirêkên xwe bikin.”
“KONFERANSA JIN, JIYAN, AZADIYÊ ZEMÎNEK BÛ KU JIN BI HEMÛ CUDAHIYÊN XWE BIBIN YEK”
Rozerîn Kemangerê der barê konferansê de wiha got: “Gelek jin hatin, ev konferans zemîneke gelek baş bû, ji hemû netewe û erdnîgariya Îranê jin beşdar bûn, heta ji Efxanistanê jî jin beşdar bûn. Her wiha ji Swêdê jî jin beşdar bûn û helbestek pêşkêşî têkoşera Kurdistanê heval Sakîne Cansiz û hevalên wê kirin. Di konferansê de çar panel hatin lidarxistin û gelek mijar hatin gotûbêjkirin. Di panela yekem de jinan qala dîroka têkoşîna xwe kir, di panelên duyem, sêyem û çarem de behsa rêxistinbûnê û behsa wan faktorên derveyî û hundirî hatin kirin ku dikarin şoreşê bidomînin.”