Konferansa aborî ya jinan bi dawî bû

Yekemîn Konferansa  Aboriya Jinên Bakurê Sûriye, bi biryarên geşkirin û mezinkirina aboriya jinan bi dawî bû.

Di roja duyemîn a konferansa aborî ya jinên Bakurê Sûriyê de, rewşa rêxistinî û xebatên jinan ên aborî hatin nirxandin. Beşdarvanan  di nîqaşan de, gelek projeyên pêşxistina aboriya jinê li Bakurê Sûriyê (wekî perwerdekirina jinê di warê aborî de û zêdekirina koparatîfên hevpar ên jinê) pêşniyar kirin.

Di konferansê de biryar hate girtin ku encamnameya konferansê û biryarên ku hatin girtin di demên pêş de, ji aliyê Komîteya Amadekar ve, werin eşkerekirin.

Di dawiyê de, beşdaran derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, daxuyaniyek dan raya giştî.

Di daxuyaniyê de konferans li Rêberê Geê Kurd Abdullah Ocalan hat pîroz kirin û wiha hat gotin; "Bi fikir û ramanên Rêbertiyê, fikirên me ronî bûn. Lidarxistina vê konferansê nîşaneya vê yekê ye. Hemû serkeftinên ku me bi dest xistine, berhema felsefeya Rêbertiyê ne. Wek jinên Bakurê Sûriyê em bêdengiya navneteweyî li hember tecrîda ku li ser Ocalan hatiye ferzkirin, şermezar dikin û soza domandina riya rastiyê didin Rêbertiyê.″

Piştî daxuyaniyê dirûşmeyên ″Bijî Serok Apo″ û ″Bijî berxwedana jinê″ hatin berzkirin.