Komuna Jinan a Warşîn kongreya xwe ya 4’an pêk anî

Komuna Jinan a Warşîn a li herêma Gavleborg a Swêdê xebatên xwe dikirin, bi kongreyekê rêveberiya xwe ya nû hilbijart.

Kongre bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên şoreşê li bajarê Gavle destpê kir.

Hevserdevkê Komuna Warşîn Evîn Ay a delege silavkirin, diyar kir ku di dema nû de erk û mîsyonên mezin dikevin ser mil jinan.

Ay da xuyakirin ku ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan grevên birçîbûnê bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ve destpêkirine. Ay anî ziman ku divê di serî de jinên Kurd û dostên wan xwedî li berxwedêrên grevan derbikevin.

Ay bal kişand ser gefên dewleta Tirk a li ser Rojava û diyar kir ku di demên dîrokî de li Tirkiye û Kurdistanê erkên mezin dikevin li ser milê jinan û banga xurtkirina têkoşînê kir.

Nûnera Partiya Çep parêzer Latta Lagnender jî diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd û jinan ji nêz ve dişopînin û ji wan îlhamê digirin. Lagnender anî ziman ku destekê didin grevên birçîbûnê û wê piştevaniya wan a bi gelê Kurd re bidome.

Her wiha di kongreyê de sedemên rê li ber pirsgirêkên civakî û koçberiyê vedikin hatin nirxandin. Biryar hate girtin ku ji bo ciwanên li Swêd û Ewropayê fêrî kiryarên xirab nebin, wê giranî bidin ser perwerde, çand û rêxistinkirina ciwanan.

Rapora xebatê ya salekê hatibû amadekirin hate xwendin û piştî nirxandinan derbasî hilbijartinê bûn.

Kongreya diyarî Leyla Guven û berxwedêrên din ên di grevê de ne hate kirin, ji bo Komîsyona Rêxistinkirin û Têkiliyên bi Gel re, Komîsyona Têkiliyên Karê Derve, Komîsyona Rojava, Komîsyona Dayikên Aştiyê û Komîsyona Ciwanan endam hatin hilbijartin.

Mûazzez Batte, Makbûle Çolak û Nadîa Malla ji bo berdevkiya Komîna Jinan a Warşîn hatin hilbijartin.

Kongre bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.