BI DÎMEN

'Komploker têk çûn, Ocalan bi ser ket'

Şervanên YPJ'ê yên li Helebê Avesta, Nûda û Mîtra, komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, şermezar kirin. Şervanan gotin, jinên Kurd bi felsefeya Ocalan komplo pûç kirine.

Şervana YPJ'e Avesta bibîr xist, ku şerê li Sûriyeyê şeş sal li dû xwe hişt û anî ziman, serhildanên gel ên di sala 2011'an de dest pê kirin, ji aliyê hêzên herêmî û navneteweyî ve hatin terorîzekirin.

Avesta diyar kir, ji ber vê yekê şerekî giran rû da û da zanîn, Heleb û Şêx Meqsûd bûn çend ji navendên vî şerî.

Avesta anî ziman, ji bo parastina gelên xwe wan di sala 2012'an de xwe hê bi xurtî bi rêxistin kirine û got, "Di nava pêvajoya rêxistinbûnê de êrîşên giran li me hatin kirin. Me Yekîneyên Parastinê yên Gel û Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPG/YPJ) ava kirin. Tevî gelê xwe em bi erka parastinê rabûn. Me nehişt şer bigihêje taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê. Di vir de em bi giranî bi ser ketin."

Şervana YPJ'ê Avesta da xuyakirin, di demekê de ku li Helebê welê bûbû jiyan lê nepêkan bû, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve tên parastin, bûn cihên ewle ji bo Helebiyên ji şer reviyan. Heleb navenda şer bû, lê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê jî veguherîn navenda jiyaneke alternatîf."

Avesta ragihand, YPJ ne tenê li Helebê, li kantonên Kobanê, Efrîn û Cizîrê hem pêşengiya şer hem jî pêşengiya civakê dike.

Avesta got, "Beriya her tiştî em jin in. Em hêza parastina jinê ne. Em bi erk û berpirsyariya dîrokî ya ku jinan dane me, radibin. Li ku dibe bila bibe, parastina jinê, parastina nasnameya jinê wezîfeya sereke ya YPJ'ê ye."

Avesta destnîşan kir, ew bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi gavên hê bi biryar ber bi serketinê ve dimeşin.

'ME GAVEK JÎ BI PAŞ VE NAVÊT'

Şervana YPJ'ê Mîtra jî da xuyakirin, ku tevî dorpêçî, ambargo û êrîşan jî gelên li Şêx Meqsûdê gavekê jî ji berxwedan û wêrekiya xwe venegeriya û got, "Gelê me, bi jin, ciwan û extiyaran, ji 7 heta 70 salî li dora YPG/YPJ'ê li dijî hemû êrîşên çeteyan li ber xwe dan. Taxa Şêx Meqsûdê her çend ji aliyê erdnîgarî ve biçûk û tengav jî be, li gorî herêmên din li cihekî bilindtir e. Di şerê Heleb û Sûriyeyê de li cihekî diyarker e.

Çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê, piştî ku herêm dagir kir, qanûnên xwe yên qaşo Îslamê bi zext, zor û îşkenceyê li ser gel ferz kirin. Ev qanûnên xwe bi zorê dan qebûlkirin. Lê li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê encama dixwestin bi dest nexistin. Nekarîn Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dagir bikin. Me destûr nedan vê. Bi taybetî di Sibata îsal de êrîşên herî dijwar ên 6 salan rû dan. Xwestin Şêx Meqsûdê dagir bikin û ji Kurdan paqij bikin. Me destûr nedan vê yekê. Ne teslîmiyet, me berxwedan tercîh kirin. Me li ber xwe dan û em bi ser ketin."

'NAXWAZIN FELSEFEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK BI CIH WERE'

Şervana YPJ'ê Nûda jî anî ziman, Heleb bajarekî mozaîka gelan e û diyar kir, di serî de Erebîstana Siûdî, Qatar û Tirkiye, gelek hêzên herêmî û navneteweyî naxwazin felsefeya demokratîk bi cih were. Nûda got, "Şerê li gelemperiya Rojava û Sûriyeyê şerê gelan nîne. Şerê dewletên mêtînger e ku ji bo hêz û desthilatdariya xwe têdikoşin. Yên îro li Sûriyeyê şer dikin, DYA, Rûsya, Îran, Erebîstana Siûdî, Qatar û Tirkiye ne. Ev hêz dixwazin mêtîngerî û desthilatdariya xwe li vê herêmê mayînde bikin. Şoreşa Rojava û têkoşîna mafdar a gelê Rojava, her carê planên van hêzan pûç kir û pûç dike."

Nûda bibîr xist, dewleta Tirk naxwaze kantonên Efrîn û Kobanê bigihêjin hev û dixwaze dagirkeriya xwe ya li Cerablûs û El Raî kiriye, li temamiya herêma Şehbayê belav bike.

Di dewama axaftina xwe de şervana YPJ'ê Nûda bal kişand ser komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê û diyar kir, ev komplo di encama tifaqeke qirêj a ji gelek dewletan pêk hatiye. Nûda got, "Îro li Îmraliyê tecrîdeke giran li ser Ocalan heye. Bi vê yekê dixwazin vîna gelên Kurdistanê bişikînin û koledariyê li ser wan ferz bikin. Komplo di heman demê de ji bo astengkirina têkoşîna demokrasiyê ya Rojhilata Navîn e. Her wiha bi komployê re hat xwestin, derb li nirxên mirovaniyê û mafê neteweyan ên diyarkirina çarenûsa xwe, bixin.

Îro hemû gel li çar aliyên cîhanê bi zimanên xwe yên dayikê daxwaza azadiya Ocalan dikin. Felsefeya neteweya demokratîk û Şoreşa Rojava ku li ber ronahiya ramanên Ocalan afirîn, bi ser ketin. Di vê serketinê de rola YPJ'ê mezin e.

Weke YPJ em ê têkoşînê mezintir bikin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin. Çi zû çi dereng, em ê vê yekê bi ser bixînin."