Komîteya Perwerdeyê ya KJK'ê: Zimanê dayikê mafekî civakî ye
Komîteya Perwerdeyê ya KJK'ê li ser Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî daxuyanî da û got, zimanê dayikê mafekî civakî ye, lewma astengiya li pêşiya xwendina bi Kurdî qirkirina herî mezin e.
Komîteya Perwerdeyê ya KJK'ê li ser Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî daxuyanî da û got, zimanê dayikê mafekî civakî ye, lewma astengiya li pêşiya xwendina bi Kurdî qirkirina herî mezin e.
Komîteya Perwerdeyê ya KJK'ê bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, desthilatdariya qirker a li Tirkiyeyê ku ji dirûşmên 'yek milet', 'yek ziman' û 'yek dewletê' derbasî rejîma yek şexsî bûye, bi taybetî li dijî Kurdî polîtîkaya qirkirina ziman dimeşîne û hate gotin, "Bi wesîleya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat; li her cihê ku gelê me lê ye, her kesên ku ji bo Kurdî bibe zimanê perwerde û hîndekariyê têkoşin, ji bo vê kedê dide û xwedî li zimanê dayikê derkevin, silav kirin û ji ber vê sekna wan a bi rûmet hemûyan pîroz dikin. 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, li dijî sîstema desthilatdar a neteweperest û şovenîst ku xwe dispêre yek zîhniyetê, li cîhana me ya pirzimanî nîşan dide; zimanê ku sedema hebûna gelekî ye nabe ku tune bê hesibandin.
21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê, Roja Tevgera Zimanê Dayikê ye. Ji aliyê dîrokî ve ew roj e ku gelê Bangladeşê ji bo karibe bi zimanê xwe yê dayikê bixwîn berdêlên giran daye û di encama vê têkoşîna zehmet de bi ser ketiye. Em xwendekarên zanîngehê yên Bangadeşî ku bi polîsên Bangladeşê re şer kirin û hatin kuştin, ji vê derê bi rêzdarî bi bîr tînin. Tevî ku 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî ji aliyê UNESCO ve hatiye hatiye ragihandin jî, li gorî Nexşeya Zimanên Cîhanê yên dibin Metirsiyê de ne ya UNESCO, li Tirkiye ya ku yek ji 20 welatên endamên UNESCO ye, heta niha 18 ziman ya hatine tunekirin yan jî li ber tunekirinê ne. Ji bo dawî li zext û polîtîkaya astengkirinê ya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ya li ser sazî û xebatkarên ziman, çand û çapemeniya Kurd bê anîn, divê UNESCO berpirsyariya xwe bi cih bîne.
Banga me li UNESCO ew e; peymanên ku biryar li ser daye, ji bo li Tirkiye û welatên din ên endam bi cih were anîn zextê bike û ji bo zimanên gelên bidest mîna zimanê gelê Kurd bibe xwedî statuyeke siyasî, weke sazî bi rola xwe rabe. Li Tirkiyeyê, desthilatdariya faşîst û qirker ku ji dirûşmên 'yek milet', 'yek ziman' û 'yek dewletê' derbasî rejîma yek şexsî bû, îro bi taybetî li dijî Kurdî polîtîkaya qirkirina ziman dimeşîne. Li çend dibistanan qebûlkirina Kurdî weke derseke hilbijartî, nayê wê wateyê ku li Tirkiyeyê polîtîkaya qirkirina ziman ji holê hatiye rakirin. Ji ber ku hîn jî endamên çapemeniya Kurdî têne girtin. Gelek sazî û xebatkarên ji bo çand û zimanê Kurdî dixebitin di bin zextê de ne, têne girtin."
DEWLETÊN SÛRIYE, ÎRAN Û IRAQÊ JÎ KURDÎ QEDEXE DIKIN
Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji ber zextên rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê jî gelê Kurd ji perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar hatiye hiştin û hate gotin, "Mamoste Zara Mûhammedî ji ber ku li Îranê dersa zimanê Kurdî dida komek ji zarokên Kurd, beriya niha bi hefteyekê 5 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Ya rast, di şexsê Mamoste Zara de eşkere bû ku dewleta Îranê polîtîkayeke çawa ya qirkirina ziman li dijî gelê me dimeşîne. Dewleta Sûriyeyê jî li hemberî destketiyên gelê me yê li Rojava ku bi kedeke mezin û berdêla bi hezaran şehîdan hatin bidestxistin, hîn jî Kurdî weke zimanê fermî qebûl nekiriye.
Hikumeta Iraqê jî li gel statuya Kurdan a li Başûrê Kurdistanê, li Kerkûkê ku bajarekî piraniya şêniyên wê Kurd e, bi hincetên cuda polîtîkaya qedexekirinê li ser Kurdî dimeşîne. Li ser lewhayên nava bajêr navên Kurdî diguehrîne, li saziyên petrolê axaftina bi Kurdî qedexe dike, derfetên perwerdeyê yên xwendekarên bi Kurdî xwendine kêm dike û bi vî rengî hewl dide ji Kurdî dûr bixîne. Zimanê gelekî beden, azadî û hebûna wî gelî ye. Heta ku bedena Kurdistanê ya ku bi çar parçeyan hatiye parçekirin nebe yek, heta ku hebûn û azadî misoger nebe, jiyan bi wate nabe."
ZIMANÊ DAYIKÊ HEBÛNA MIROVAN E
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Hînbûna zimanê dayikê, axaftin û pêşvebirina wê, mafê herî xwezayî, bi wate û civakî ye. Hinceta hebûnê ya mirovan e. Zimanê dayikê nasnameya her zindiyekî li gerdûnê ye. Lê belê bêparhiştina Kurdan ku gelekî ji 40 milyonî ye ji xwendina Kurdî, qirkirina herî mezin e. Hikumeta AKP-MHP'ê li ser ziman û gelên cuda yên li Tirkiyeyê polîtîkaya asîmîlasyon û qirkirina ziman dimeşîne.
Bi wesîleya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, em hemû kedkar û saziyên zimanê dayikê yên ku ji bo Kurdî bibe zimanê fermî, statuya qanûnî û bibe zimanê perwerde û hîndekariyê têkoşin, silav dikin. Her wiha bang dikin ku ji bo ev kar hertimî bê meşandin, hîndekarên xurt bêne perwerdekirin, giranî li karên akademîk bê dayin; dayik û bavên Kurd û tevahiya gelê me xwedî li zimanê gelê me derkevin, lewma jî li malê, li kargehan li her derê bi Kurdî biaxivin, zarokên xwe bi Kurdî bidin xwendin, meldoyên Kurdî zêde bikin û li her derê deng vedin."