Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê hat avakirin

Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê damezrandina xwe ragihand.

Rojnamevanên jin ên li Çapemeniya Azad, Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) vekirin. Rojnamevan, Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firat (DFG), Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û rêveberên ÎHD'a Amedê, Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê, Komeleya Jinan a Rosa, Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Ceylan Akça û Adalet Kaya, rêxistinên sivîl û gelek jin tevlî merasîma vekirinê bûn.

'ÎRO ROJA BERXWEDANÊ YE'

Di vekirinê de yek ji damezrînerên komeleyê Safiye Alagaş axivî û diyar kir ku 7'ê Cotmehê ji bo rojnamevanên jin ên Kurd xwedî wateyeke mezin e.

Seroka MKG'ê Roza Metîna axaftina vekirinê kir û got: "Di 7'ê Cotmehê de Gurtbettelî Ersoz jiyana xwe ji dest da. Di qada rojnamevaniyê de rolek wê ya girîng heye. Bi pênûsa xwe têkoşînek da. Li hemberî êrîşan serî netewand. Armanca me xwedî derketina mîrateya Gurbetellî ye. Rojnamevanên jin ên Kurd heta îro têkoşînek û berxwedaneke mezin dan. Şîlan Aras ji hêla rêjîma Îranê ve hat qetilkirin û hêj jî cihê cenazeyê nayê zanîn. Xeyala Şîlanê avakirina ajansa jinê bû û hat avakirin. JINHA hat girtin, Rojname Şûjin hat vekirin û ev hat girtin JINNEWS hat vekirin. Ajansa jinê û komele xeyala têkoşerên jin bû. Di rewşeke zehmet de Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamya hat avakirin û hemû rojnamevanên jin di bin platformê de hatin cem hev. Niha rojnamevan gaveke nû avetin. Em armanc dikin ku berxwedana rojnamevanên jin mezin bikin û bibin dengê jinên rojnamevanên Rojhilata Navîn û cîhanê."

Roza, bal kişand ser êrîşên li hemberî Rojava û got: “Niha li Rojava şerek heye. Ligel şerê heyî rojnamevanên jin ji qadê nûçe çêdikin. Dilê me bi wan re ye. Sekna me û felsefeya me ya her çar parçeyan dê îlhamê bide jinên cihanê. Me ji Şîlan, Denîz, Nûjiyan û Gurbetellî îlham girt û em ê şopdarên wan bin."

Sekretera Giştî ya DFG Gulşen Koçuk, jî Gurbetellî Ersoz bibîranî û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Roja ku me dest bi kar kir ji me re gotin her wêneyek we dibe dîrokek û divê wisa bixebitin. Çapemeniya Azad dîrok qeyd kir. Rojnamevaniya jinê di astekî pir cuda de ye. Ligel zext, girtin û windakirinan çapemenî meşa xwe berdewam kir. Di dîrokekî girîng de em gaveke dîrokî davêjin. Ji çar parçeyên Kurdistanê rojnamevanên jin ên berxwedêr hene. Em wan silav dikin. Li Rojava ligel zehmetiyan heqîqet tê nivîsin. Em mezinbûna rêxisinbûna rojnamevanên jin ên Kurd silav dikin. Em ê bibin bersiva êrîşan."

Piştre jî Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn axivî û got: "Rêxistinbûna rojnamevanên jin girîng e. Gurbetellî Ersoz dê her tim seroka giştî ya komeleyê be. Ez wê nas dikim, firsedeke min wisa çêbû. Jineke Kurd û taybet bû. Dema Rojnameya Ozgur Gundemê hat vekirin wêneyek me bi Gurbetellî re hebû û ji min re got 'Em ketin rêyeke zehmet'. Lê belê ev zehmetî û rê ji bo Kurdistanê qet bi dawî nebû. Niha li ser vê erdnegariyê şerek tê ferzkirin. Herî zêde jî jin dibin mexdûrên şer. Ragihandina vê komeleyê jî girîng e. Komeleyek wisa tê avakirin û ev tişt gelekî girîng e. Em ê her tim li cem komeleyê bin."

Piştî axaftinan vekirina komeleyê pêk hat.