Komalên Jinên Ciwan: Serketin wê ya jinên berxwedêr be

Komalên Jinên Ciwan bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşand û got, "Serketin wê her tim para jinên berxwedêr be."

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan, ev bihar weke "destpêka serdemeke têkoşîn, berxwedan û raperînê" silav kir.

Koordînasyonê diyar kir, jin îro bi yek dengî, yek dilî li hemû qadan li ber sîstema bi zîhniyeta mêr radibin û dengê xwe yê berxwedan û raperînê li her cihî bilind dikin.

Komalên Jinên Ciwan bi bîr xist ku li eniyên berxwedanê yên Efrînê îro bi sedan jinên ji dehan gelan li heman eniyê li dijî çeteyên AKP'ê yên mêtinger faşîst şer dikin û destnîşan kir ku ev têkoşîn şerê li dijî zîhniyeta mêr û li hemberî hemû serdestan e.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Weke Komalên Jinên Ciwan em 8'ê Adara îsal bi coş û kelecaneke mezin pêşwazî dikin. Em 8'ê Adara 2018'an weke destpêka bi heybet a meşa me ya serketinê dibînin. Em piştrast in ku wê li hemû herêman jin b pêşengiya jinên ciwan bi ruhê berxwedanê biherikin qadan. Jinên ciwan wê bêdeng nemînin, wê serî netewînin, wê serî rakin û ruhê berxwedana Efrînê bi ser bixînin."

Di dawiya daxuyaniyê de 8'ê Adarê li hemû jinên ciwan, li hemû jinan hate pîrozkirin û bang li hemû jinan bi taybetî jinên ciwan hate kirin ku eniyên berxwedanê yên Efrînê xurt bikin.

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan got, "Em bang li jinên ciwan dikin ku bi ruhê pêngava SERÎ HILDE dakevin qadan. Serketin wê her tim bibe para jinên berxwedêr."