Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan bi daxuyaniyeke nivîskî 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû jinên li dijî zîhniyeta mêr û faşîzmê şer dikin pîroz kir û got, "Roja jin azad bibe, roja azadiya mirovahiyê ye."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 8'ê Adara 1998'an de destnîşan kir, rewşa nûbûyî ya 8'ê Adarê ye û hat gotin, "Ya ku ev nûbûn bi pratîka xwe xist meriyetê şehîd Sema Yuce ye, ku li zîndana Çanakkaleyê bedena xwe kir pirek ji agir a navbera 8 û 21'ê Adarê."
'JINÊN KURD BÛN SEMBOLA JIYANA AZAD'
Koordînasyonê diyar kir, jinên Kurd bi şerê li dijî DAIŞ'ê ku dijminê jinan û gelan e, bi têkbirina vî dijminî re têkoşîna jiyana azad bi Şoreşa Kobanê re gerdûnî kirin
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi vê yekê re, Rêber Apo ne tenê weke rêberê gel û jinên Kurd, weke rêberê jin û gelên Rojhilata Navîn hat qebûlkirin. Berxwedana ku di şexsê Ş. Arîn Mîrkan de bû sembol, li Bakurê Kurdistanê bi YDG-K mezin bû û bi YPS-Jinê derba mezin li faşîzmê xist. Jinên ku di 8'ê Adarê de şewitîn, li Geverê bi Botan û Viyanan, li Cizîrê bi Axînan, li Sûrê bi Zîlan Dîgoran, li Enqereyê bi Dogayan ji nû ve zindî bûn û di dilê dewleta Tirk û dewletên faşîst de teqiyan. Li ser banga Rêber Apo ku dibêje 'ne tenê 8'ê Adarê, divê hemû roj ên jinan be', di têkoşîna azadkirina jiyanê de bûn sembola jiyana azad."
'XWE GIHANDIN RÊBER APO, XWE GIHANDIN JIYANÊ'
Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan da xuyakirin, ku lehengên mîna Zîlan, Bêrîtan, Ronahî, Bêrîvan û Şîlan ên êş û zordariya bi hezaran salan ên jinan di dilê xwe de hîs kirin, her ku xwe nêzî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin, ewqasî nêzî jiyanê bûn, nêzî jinê bûn.
'EM BI XURTÎ TEVLÎ ÇALAKIYAN BIBIN'
Di dewama daxuyaniyê de ji bo hilweşandina dîwarên zîndana Îmraliyê û hesabpirsîna ji faşîzmê, bang li jinên ciwan ên li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê hat kirin, ku bi şiyara "Bi Pêşengtiya Jinên Ciwan Serhildan, Heta azadiya Rêber Apo Tolhildan" bi rengekî çalak tevlî çalakiyên 8'ê Adarê bibin.
Koordînasyonê got, "Mîna ku Rêber Apo dibêje, 'cîhan û jiyaneke azad a werin bi dest xistin hene'.
Di dawiya daxuyaniyê de bi Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan bi eşqa jiyana azad 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got, "Em ê sala 2017'an bikin sala serhildan û azadiyê."