Komalên Jinên Ciwan: 8'ê Adarê em bi serhildanê pêşwazî bikin

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan, bal kişande ser berxwedana li dijî tecrîdê û got, ''Îsal, 8'ê Adarê divê bi giyanê serhildanê were pêşwazîkirin. Li kuçeyan, meydanan, qadên çalakiyê divê serhildanên mezin rûbidin.''

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan ji bo 8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ê Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da.

'TECRÎD HER KU DIÇE FIKARAN TÎNE'

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Em di pêvajoyeke dîrokî de ne, bi ser de, di pêvajoyeke wiha girîng de ne ku dikare rêya dîrokê diyar bike. Tecrîda li ser rêberê gelan Rêber Apo, ku li dijî mêtingeriyê, modernîteya kapîtalîst, pergaleke alternatîf datîne ber gelan û jê girîngtir jî datîne ber jinan û bi ser de jiyanê datîne ber wan, her ku diçe dikeve rewşeke wiha ku fikaran zêde dike. Dewleta çete ya TC'ê ya faşîst, ku li ber têkoşîna azadiyê ji bêgavî diferfite, li ser gelan bi pêkanîna her cure tundiyê û komkujiyê, her wiha bi rengê ku vîna me biceribîne tecrîda li ser Rêber Apo giran kiriye.

'HELWESTA BIRYARDAR A JINAN HÊZEKE MEZIN DIDE'

Grevên birçîbûnê yên ku bi pêşengiya  Leyla Guven dest pê kirî, hema di pey re li zindanan, li Strasboûrgê û li gelek qadan berbelav bû û li hemû deverên cîhanê, bi milyonan mirov, li kuçe û meydanan, bi yek dengî li vîna xwe xwedî derketin. Me careke dî dît, helwesta biryardar tenê ya jinekê dikare çawa li cîhanê deng vede. Helwesta biryardar a jinan li hemû qadan karîgeriya xwe dike û li dijî mêtingeriyê hêzeke mezin datîne holê.''

'HERÎ PIR JIN DIKARIN ALAYÊ BILIND BIKIN'

Di van demên wiha de ku faşîzm bi her hawî derketiye holê, bi greva birçîbûnê re ya ku Leyla Guven dayî destpêkirin, alaya pêşengiyê ya ku dewr standiye, herî pir jin dikarin rakin.

'8'Ê ADARÊ DIVÊ BIBE SERDEMA KU BERXWEDAN PIR GEŞ DIBIN'

Roj ji her demê bêhtir roja berxwedanê, roja raperînê ye. Roj ji her demê bêhtir ew e roj e ku li li meydanan, li dijî her cure tundiyê, paşverûtiyê, li dijî komkujiya jinan em rawestin. Li dijî her cure tundiya dewletê roja berxwedan û têkoşînê ye. Di rewşeke wiha de ku pêvajo bi pêşengiya jinan şahidiyê li berxwedanan dike, 8'ê Adarê divê bibe gopîtka van berxwedanan. Ji bo vê, di serî de jinên ciwan, hemû jin divê li hemû qadên ku lê ne, divê 8'ê Adarê ya îsal bi rihê serhildanê pêşwazî bikin. Li kuçeyan, meydanan, li qadên çalakiyan divê serhildanên xurt rû bidin.''