KJK: Tehdîtkirina Sûylû ya Bûldan ne takekesî ye

Koordînasyona KJK’ê: Tehdîtkirina Sûylû a Bûldan ku bi erka qirkirina Kurdan û civaka Tirkiyeyê bê vînkirin û serê xwe li hemberî Erdogan bide xwarikirin girtiye, ne takekesî ye.

“Di sedsala 21’an de weke aliyê herî bi hêz ên ji bo jinan azadî û demokrasiyê ava dike; tevî hemû pîlanên qirêj ên mêr û derewên wan, di hilbijartina 24’ê Hezîranê de biryardariya ku pêşengtî ji demokrasiyê re kirî carekî din derket holê. Hêza azadiya jinan a HDP’ê AKP hejandiye. Xweranegirtina rejîma dîktator a faşîst a AKP’ê ya li hemberî sekn û helwesta azadiyê ya jinan û gelan, bi tehdîtên piştî hilbijartinê yên li ser jinan û muxalefetê carekî din derketiye pêş.

Îtifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ya di 24’ê Hezîranê de bi her cûre hîle,zext û lîstikan çû ser desthilatê, bi îdeolojî û yeknetewiyê bi qetlamên qirker ên zarok û jinan civakê ber bi fetvayên nû yên tehdîtwariyê ve dibe. Xeta nîjatperest a AKP-MHP’ê şerê yekane ku desthlata xwe pê bi hêz bikin, bi êrîşkirina jinên Kurd û siyasetmedaran re dibîne. Di pêşengtiya jinan a li dijî polîtîkayên şer û şidetê hemû îtifaqên me yên li gel dînamîkên demokrasiyê ew e ku bilindkirina têkoşînê weke berpirsyariyeke dîrokî dibînin.”

24’Ê HEZÎRANÊ XETA ENDIYA DEMOKRASIYÊ SER KETIYE

Tevî hemû bêedaletî û  êrîşên îtifaqa faşîst a AKP-MHP’ê û mercên bêhiqûqiya hilbijartinê, di hilbijartina 24’ê Hezîranê de eniya demokrasî ya gelan û xeta wê ya bi pêşengtiya jinan û ciwanan serketiye. Ev israra demokrasî û azadiyê ya jinan ên HDP’ê, dîktatoriya Erdogan û mafyaya girêdayî wî tirsandiye. Suleyeman Soylû yê ku Mehmet Agar ê yekane kesê li Kurdistanê qirkirinê dike mezin bûye, bi derfetên dewletê yên wezareta karê hundir dayî bikar tîne, li dijî dînamîkên demokrasiyê bi tehdît, şidet û girtinê bikar tîne. Erdogan Soylû weke tetîkkêşê xwe weke amûrekê li dijî hemû hêzên demokrasiyê bikar tîne.

Pîlana HDP’ê ya li bin bendê bihêle û li parlementoyê rêjeya dengan a herî zêde bi dest bixe, bi pêşentiya jinan  a bloka demokrasiyê ya ku ji aliyê HDP’ê ve hatibû avakirin hate valaderxistin. Ev encam kir ku Erdogan û çêkera wî ya mafyayî bi hêrs bike. Ji bo vê ye ku hê hilbijartin neqediyayî, her kesê di bloka demokrasî û HDP’ê de tehdîtkirin. Soylû yê ku tetîkkêşê çêkera mafya ya Erdogan hema piştî hilbijartinê bi kuştinê tehdîtkirina Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, ji tirsa wê ya li hemberî sekna bi vîn a jinan raber kirî ye.

Tehdît kirina Pervîn Bûldan bi taybet tê wataya hilbijartineke ku hatiye kirin û gava yekem a planeke ku hatiye dariştine ya ketina meryetê ye. Yekane sedemê Pervîn Bûldan ji aliyê Sûylû ve hatiye tehdîtkirin ev e. Di kesayeta Bûldan de têkoşîna azadiya jinan hatiye tehdîtkirin.

Li gel hilbijartina 24’ê Hezîranê re guhertina rejîma li Tirkiyeyê hatiye fermîkirin. Çêkera mafyayî, îhvanî, milletparêz û faşîst a di bin serokatiya Erdogan de dest bi li hemû mekanîzmayên dewletê hatiye bicihkirin. Di 16 salên desthilata AKP’ê de zayendperestiya li dijî jinê, êrîş û her cûre şideta li ser jinê di vê demê de zêde bûye. Diyare ji niha û şûn ve wê hê zêdetir bibin. Tehdîtkirina Pervîn Bûldan peyama yekem a dide jinan e.

TEHDÎTKIRINA BÛLDAN NE TAKEKESÎ YE

Tehdîtkirina Sûylû a Bûldan ku bi erka qirkirina Kurdan û civaka Tirkiyeyê bê vînkirin û serê xwe li hemberî Erdogan bide xwarikirin girtiye, ne takekesî ye. Gava yekem a ji niha û şûnde bê avêtin a desthilata faşîst a Erdogan e. Çawa ku heta niha hemû polîtîkayên helandin û qirkirinê yên li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê yên ku serweriya Tirkiyeyê kirine hatiye valaderxistin, wê êrîşên dewleta mafyayî ya Erdogan jî wê bi têkoşîna demokrasiyê ya redîkal bê valaderxistin. Jinên ku pêşengên têkoşîna demokrasî û azadiyê çawa ku heta niha, wê ji niha û şûn ve jî li dijî hemû êrîşên faşîzan û çêkera mêrsalarî hê zêdetir bi rêxistinkirî û têkoşîneke berfireh bike. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî êrîşa di kesayeta Pervîn Bûldan de ya li dijî hemû jinan kirî, hê bi zêdetir xwe rêxistin bikin û helwestekî hevpar a redîkal raber bikin. Valaderxistina êrîşên faşîzan ên Erdogan enceq bi têkoşîna herkesê ya demokrasî, dîsa jinan û gelan, rêxistinkirina eniya berxwedanê ya li dijî faşîzmê û bi redîkalkirina têkoşîna demokrasiyê ve mimkûne.

Di pêvajoya 16 salan a desthilata AKP’ê de qetlkirina jinan û zarokan dîsa destdirêjî ji sedî sed zêde bûye. Dema tê gotina destdirêjiya li hember zarokan hewl tê dayîn ku civakê bixapînin û dixwazin rewşê asayî bikin. Revandina zarokan û qetilkirina wan a demê dawî li Kurdisatanê zêde bûye, bi temamî encamê polîtîkaya şerê taybet ê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ye. Revandina zarokan ne tesaduf in. Hişmendiya DAIŞ’ê û pêkanîna wê li ser civakê xistina meryetê ye. Bi vê rêyê dixwazin civakê bitirsînin û teslîm bigirin."