KJK: Sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê wê bi têkoşîna hevpar têk biçe
Koordînasyona KJK'ê destnîşan kir ku sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê wê bi têkoşîna hevpar a gelên herêmê û cîhanê bê têkbirin.
Koordînasyona KJK'ê destnîşan kir ku sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê wê bi têkoşîna hevpar a gelên herêmê û cîhanê bê têkbirin.
Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya salvegera 22'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:
"Li dijî sîstema desthilatdariya dewletperest a bi serweriya mêr a 5000 salî, Rêber Apo 'Kesayetekî Dîrokî' ye ku bedewiya destpêka azad a dîroka mirovahiyê di kesayetiya xwe ve vehewand û bi nasnameya azad a mirovahiyê re jinûve gihand hev, bi vî rengî pêşengî jê re kir. Ji bo ev rastî bi jinan, bi gelê Kurd û mirovahiyê nede qezenkirin, hêzên dewletperest-desthilatdarîperest komploya navneteweyî kirin. Em vê komployê şermezar dikin û diyar dikin ku di çavkaniya Rêber Apo de wê jin û gel bi ser bikevin.
Hêzên navneteweyî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê welê bi rêxistin kirin ku xwestin hûrikek hêviyê jî nemîne. Li dijî vê sîstemê, Rêber Apo bi milîtaniya herî mezin a dîrokê şer kir, bi berxwedana xwe hêvî, fikrê azad-îradeya azad-ruhê azad bi navê jinan û mirovahiyê mezin kir. Em vê sekna bi heybet a Rêber Apo silav dikin. Li hemberî komploya navneteweyî ku dikeve sala 23'an, di serî de hevrê û welatparêzên me yên li dora Rêber Apo bûn xelekek ji agir û bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin', 'Destên dirêjî rojê dibin bila bişikên' xeta Zîlan xiste meriyetê, em şehîdên xwe hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin. Hêzên komploger ên navneteweyî ku di şexsê Rêber Apo de koletî li jinan, qirkirin li Kurdan û xitimandin li mirovahiyê ferz dikirin, li pêşberî berxwedana bi heybet a nirxên ku îradeya azad temsîla wê dike, wê teqez têk biçin, wê bibin têkçûyên sedsala 21'ê. Bi vê bawerî û biryardariyê, di serî de jin û gelê Kurd em her kesên bi pêşengiya Rêber Apo meşa azadiyê mezin dikin silav dikin, em dibêjin ku ev sekn wê azadiyê li dîrokê bineqişîne.
Komploya 15'ê Sibatê ku gava destpêkê û ya herî faşîzan a Şerê Cîhanê yê 3'emîn e, hewldana sîstema dewletperest-desthilatdarîperest a ji bo tunekirina alternatîfê ye, çalakî û êrişa ji bo têkbirina jin û gelan e. Ev êrişa ku bi esasî ji aliyê hêzên dewletperest ve bi sedemên îdeolojîk hate kirin, ne tenê li dijî şexsekî bû, êriş li dijî mîsyona dîrokî û wateya ku wî şexsî di kesayetiya xwe de vedihewand. Pirsgirêka azadiyê ya jinê, ku cihê herî stratejîk û herî kûr a sîstema bi serweriya mêr e, bi pênaseya îdeolojîk a Rêber Apo re bêhtir hate dîtin û bi felsefeya wî ya azadiyê re gihaşt derfetê çareseriyê, qad û amûrên têkoşîna ji bo vê yekê hatin afirandin. Ji ber ku ev rewş dihate wateya hedefkirina sîstema desthilatdarîperest a ji bingehê ve, hîmê herî girîng ê komploya navneteweyî li dijî hevrêtiya bi jinê re û helwesta Rêber Apo ya ji bo azadkirina jinê hate birêxistinkirin. Ji ber wesfa gerdûnî ya pirsgirêka jinê û nêzîkatiya gerdûnî ya Rêber Apo ya li pirsgirêka azadiyê, komploya navneteweyî ne tenê li dijî jinên Kurd her wiha li dijî potansiyelk û taybetmendiyên sedsala 21'ê hate kirin ku wê bibe sedsala jinê. Ji xwe Şerê Cîhanê yê 3'emîn bi qasî şerê di sedsala 21'ê ya ji bo avaikrina paşerojê ji bo sîstema desthilatdar, her wiha xwedî rasteiyeke welê ye ku bi pêşengiya paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk jin û gel bi navê paşeroja azad bûne aliyekî wê. Rêber Apo ku eniya azadiyê ya jinê ji bo vî şerî û çareseriya vê pirsgirêkê bi rengê azadiyê amade dikir, her wiha hem ji aliyê pratîkî hem jî ji aliyê teorîk-îdeolojîk ve pêşengî jê re dikir, bû hedefa xezeba Enkiyan, Zeûsan. Sîstema heyî ya êşkenceyê ya Îmraliyê weke sîstem û warê şer ê sîstemkirina aqlê mêr bi rêbazên herî faşîzan şênber bûye. Di serî de sekna jinên Kurd, sekn û rabûna li ber 15'ê Sibatê ya jinên Rojhilata Navîn û Cîhanê bi esasî tê wateya redkirina faşîzmê, ku pratîka çanda destavêtinê û sîstema desthilatdarîperest a bi serweriya mêr e. Rabûna jinan a li ber 15'ê Sibatê û têkbirina vê rastiyê, yekane rêya birêxistinkirina paşeroja azad e, berpirsyariya pêşengiya dîrokî ye.
Gelê Kurd ku yek ji gelên herî mezlûm ê dîrokê ye, bi Rêber Apo re bû xwedî şensê azadî û hebûnê. Lê belê bi komploya 15'ê Sibatê re li şêweyê herî tund ê înkar û qirkirinê rast hat. Kurdistan û gelê Kurd ku ji aliyê hêzên navneteweyî ve weke birîna herêmê ya nayê qewandin û pêwîstî pê hate dîtin jinûve bê xwînkirin hate bikaranîn, bi pêşengiya Rêber Apo bi hêz û îradeya xwe bi şêweyê Nasnameya Kurd a Azad li dijî nasnameya sîstema desthilatdariyê ya lê tê ferzkirin, hebûna xwe ji nû ve bi rêxistin kir û bû xwedî derfetê mayindekirina vê yekê. Li hemberî vê yekê, bi komploya 15'ê Sibatê de hewl hate dayin ku Kurd bên qirkirin ku ev komplo di 15'ê Sibatê dema têkbirina Şêx Seîd a sala 1915'an hate rastanîn. Êrişa 15ê Sibatê ku ji aliyê Rêber Apo ve weke 'Roja Qirkirina Kurdan' hate pênasekirin, di şexsê gelê Kurd de hewl da paşeroja azad a gelên herêmê û cîhanê tarî bikin. Meşandina Şerê Cîhanê yê 3'emîn li Kurdistanê, cihgirtina DYE, Rûsya, dewletên Ewropayê û dewleta faşîst a Tirk di qirkirina Kurdan de, ji ber vê yekê ye. Gelê Kurd ê ku xwe bi tevgera Apoyî û nirxên wê bi rêxistin kiriye, li her parçeyî dibe hedefa êrişên faşîzan, şerê ku li Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê tê meşandin jî li her devera Kurdistanê tê belavkirin. Rewşa heyî, bandora şerê ku li Îmraliyê li dijî îradeya Kurdê azad tê kirin û şêweyê wê yê li gelemperiyê ye. Rêber Apo li Îmraliyê şervan û helwesta dîrokî ya ji bo paşeroja azad a gelê Kurd e. Çavsoriya vê faşîzmê di vê astê de ji ber ewê yekê ye ku nekariye vê hêza îradeyê têk bibe.
Lewma divê sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê weke qadeke welê bê pênasekirin ku faşîzma dewleta Tirk kiryarên herî faşîzan rojane lê dimeşîne, bi konsepteke navneteweyî stratejiya wê hatiye diyarkirin û Şerê Cîhanê yê 3'emîn herî zêde li wir tê meşandin. Qada navendî ye ku eniya desthilatdarîperest-serweriya mêr bi şêweyê herî tund êriş dike û berxwedana herî mezin li dijî wê tê nîşandan. Rêber Apo ji ber pêşengiya xwe ya paradîgmayî, firsenda azadiyê ya gelan û jinan ku ew temsîla wê dike, di vê serdemê de bi rengekî giran tê tecrîdkirin û neheqî lê tê kirin. Sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê şênberiya şerê giran û polîtîkayên li ser Kurdistanê ye. Têkbirina vê sîstemê li Kurdistanê û herêmê têkbirina serweriya mêr û faşîzmê ye.
YEKANE ÇARE Û RÊ
Asta navneteweyî ya sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê, ji ber asta gerdûnî ya paradîgmaya Rêber Apo ye. Di sala 23'an de rojevbûna azadiya Rêber Apo di asta gerdûnî de, pêwendiya xwe bi têgihiştin û qebûlkirina vê paradîgmayê ji aliyê jin û gelên cîhanê ve ye. Lewma em hêzên ku qada têkoşînê û xwedîderketinê mezin dikin, silav dikin û bi baweriya ku paradîgma wê azadiyê ji jinan û mirovahiyê re bîne, banga xurtkirina vê têkoşînê dikin. Asta navneteweyî ya sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê, wê bi pêşengiay jin û gelê Kurd, bi têkoşîna hevpar a gelên herêmê û cîhanê, bi rêxistinbûna hevpar bê têkbirin. Rêber Apo li pêşberî her cûre pirsgirêk û krîzê hêza çareseriyê ye. Azadiya Rêber Apo yekane rê û çare ye ku derfetê bide vê hêza çareseriyê ji bo paşerojê bi rêxistin bike. Bi vê têgihiştinê, mezinkirina têkoşînê û rêxistiniya hevpar ji her demê bêhtir derfetên xwe hene û sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê li pêşberî vê têkoşîna eniya hevpar ti şensê xwe yê serketinê nîne.
DEMA PARASTINA JIN A AZAD Û CIVAKA AZAD E
Pêngava me ya bi dirûşma 'Li dijî qirkirina jinê, dema parastina jin a azad û civaka azad e' tê meşandin, azadiya Rêbe Apo dike armanca xwe ya bingehîn û bi vî rengî gava pratîkî ya şênber a pêşengiya vê hevpariyê ye. Di serî de jin û gelê Kurd, jinên Rojhilata Navîn, jinên Cîhanê û gel, hêzên demokratîk bi biryardariya serketina di Şerê Cîhanê yê 3'emîn de, bi hesabpirsîna sekna xwe ya hesabirsîna ji faşîzm û sîstema 5000 salî re, bilindkirina têkoşînê armanca herî girîng a pêngavê ye. Dem hatiye ku sîstema faşîst a bi tirsa têkçûnê bêperwa bûye, bê têkbirin. Eger çalakî û armanca pêngavê bi gavên bi vê hişmendî, wêrekî, gavên bi wêrek, bi rûmet û bi coş ên ji bo azadiyê bê birêxistinkirin, sala 23'an a komployê wê bibe sala têkçûna komployê. Bi vê armancê, divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin ku şens û hêviya azadiyê ya me hemûyan e, bi vî rengî azadiya jinê guncaw bikin, bi berpirsyariya dîrokî ya vê yekê tevlî têkoşîna mayindekirina vê bibin. Divê em bêjin, dem ew dem e ku konsepta komployê û hêzên komploger welê bên têkbirin ku careke din li ser rûyê cîhanê pêk neyên û bi vî vî rengî bi ser sîstema bi serweriya mêr ve bimeşin. Rabûna li ber rastiya 15'ê Sibatê tenê bi vî rengî pêkan e, redkirina vê rastiyê dikare me bike xwedî nasname, kesayetî û paşerojê.
DIVÊ TÊKOŞÎN DI ASTA ENCAMGIRIYÊ DE BÊ BILINDKIRIN
Em bi biryar in ku bi vê berpirsyariyê pêşengiyê ji têkoşîna têkbirina faşîzmê û hilweşandina sîstema desthilatdarîperestiyê re bikin, bi hişmendiya ku serketina di sedsala 21'ê de tenê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dibe, vê rastiyê bixin meriyetê. Dem hatiye ku em 15'ê Sibatê ji roja qirkirinê derxînin, veguherînin salvegera serketinê ya hêviyê û bi vê bawerî û seknê têkoşînê bigihînin asta encagirtinê. Bi vî ruhî û îdîayê em bang li jinan û her kesî dikin ku komploya 15'ê Sibatê bi rengê herî xurt şermezar bikin, tevlî çalakiya bibin, çalakiyan li tevahiya salê belav bikin û bi sekna têkbirina faşîzmê tevlî çalakiyan bibin. Bi xwedîderketina li azadiyê û sekna berxwedaê ya fedayî bi pêşengiya jinê, em ê şoreşa Kurdistanê li ser bingeha şoreşa jinê teqez pêk bînin. Em ê bi aqlê jinê, bi rêxistinî û çalakiyên jinan faşîzmê teqez têk bibin. Bi vê biryardarî, îdîa û moralê em ê li Kurdistanê û derveyî welat karên xwe xurt bikin û bigihêjin armanca xwe ya azadiyê, şoreşa xwe pêk bînin. Em ê azadiya Rêberê xwe, jinan û gelan teqez misoger bikin.
Bi biryardariya ku jin pêşengiyê ji vê têkoşînê re bike em şehîdên xwe careke din bi rêz û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku bîranînên wan bi ser bixînin. Hevrêtiya Rêber Apo û jinê, temînata paşeroja gelan û jinan e, hêza pêkanîna azadiyê ye, hêza veguherîna çalakiyê ye, dema bi destxistina paşerojê ye."