KJK: Êrîşa bi ser Şengalê de bi hevkariya PDK û AKP'ê tê kirin

Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku êrîşa 3'yê Adarê ya bi ser Şengalê de bi hevkariya wan kesan ku Rojava berdane û hatine Başûr û ji hêla Îstîxbarata Tirk ve hatine perwerdekirin, DAIŞ û çeteyên Tirk pêk hatiye.

KJK'ê diyar kir êrîşan bi ser Şengalê, bi ser gelê Kurd ê Êzîdî de bi tifaqa veşartî ya PDK û AKP'ê pêk hatiye.

Koordînasyona KJK'ê got, êrîşa 3'yê Adarê ya bi ser Şengalê de bi hevkariya wan kesan ku Rojava berdane û hatine Başûr û ji hêla Îstîxbarata Tirk ve hatine perwerdekirin, DAIŞ û çeteyên Tirk pêk hatiye.

Daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê wiha ye:

LI DIJÎ ŞENGALÊ PLANEKE DÎ SAZKAR E

Bi vê êrîşa bi ser gelê me yê Êzîdî û xaka Şengalê re li ser Şengalê tê xwestin ku fermaneke dî were sazkarkirin. 3'yê Tebaxa 2014'an dema ku DAIŞ'ê bi ser Şengalê de girtî pêşmergeyan gelê Êzîdî neparastin û Şengal radestî DAIŞ'ê kirin. Di encama vê de bi hezaran Êzîdî hatin kuştin, bi çar aliyên dinyayê de terqiyan, bi hezaran jinên Êzîdî bûne hêsîrê ber destê DAIŞ'ê, tecawiz li wan hate kirin, li bazarên koleyan hatin firotin. Hê jî aqûbeta bi hezaran Êzîdiyan nayê zanîn. Hê jî gundên Şengalê mane ku li benda rizgarkirinê ne û bi hezaran jinên Êzîdî hene. Dema ku DAIŞ'ê êrîş anî pêşmerge revîn û hêzên me yên gerîla bi lehengî li ber xwe dan û bi hezaran Şengalî ji kuştinê hatin xilaskirin. Beşekî mexin ê xaka Şengalê ji dagirkeriya DAIŞ'ê hate rizgarkirin. 3'yê Tebaxa 2014'an Şengal radestî DAIŞ'ê hate kirin û hate armanckirin ku Êzîdî bi fermana dawî bi temamî ji holê werin rakirin. Lê gerîla Şengal xilas kir û ev ferman bi ser neket.  Bi vê êrîşa bi ser Xanesor re yên ku bi navê Pêşemergeyên Rojava lê çeteyên dewleta Tirk in, ku 3'yê Adarê pêk anîn, tê xwestin ku komkujî û dagirkeriya Tebaxa 2014'an were temamkirin. Lê êdî vîneke siyasî û hêzên parastina gewherî ya gelê Şengalê çêbûye. Gelê me yê Êzîdî xwedî wî hiş û rêxistininiyê ye ku li dijî êrîşên wiha dikare xwe biparêze. Gelê me bi giyanê yekîtiya netewî li kû dibe bila bibe li dijî her cure êrîşî ew îradeya ku bikaribe li dij raweste nîşan daye.

Piştî berxwedana bi lehengî ya hêzên me yên gerîla, piştî ku Şengal ji destê DAIŞ'ê hate rizgarkirin gelê me yê Êzîdî li şûnwarê xwe vegeriyaye, meclîsa xwe birêxistin kiriye û vîna ku xwe bi rê ve bibe nîşan daye. Bi pêkanîna hêzên gewherî yên parastinê yên YJŞ- YBŞ'ê gihaştiye wê astê ku li dijî her cure êrîşê dikare xwe biparêze.

Hê jî talokeya ku DAIŞ êrîşê bîne li ser Şengalê heye. Tam jî di rewşeke wiha de êrîşa ''pêşmergeyên Roj' weke temamkera fermana Êzîdiyan e.''

DIXWAZIN VÎNA ŞENGALÊ BIŞKÎNIN

KJK'ê di daxuyaniya xwe de got hêzên ku aciz in ku Şengal siberoja xwe diyar bike, xwe bi rê ve bibe û biparêze ji bo vê vînê bişkînin ev êrîş pêk anîne û wiha berdewamî anî:

Bi êrîşa bi ser Şengalê re dixwazin vê vînê bişkînin. Ji bo vê jî 3'yê Adarê êrîş bi ser Şengalê de anîn. Ev êrîşa bi destê çeteyan pêk hatî, kêferata temamkirina fermana 74'an e. Êrîşa bi ser gelê me yê Êzîdî de tenê ne li djî gelê me yê Êzîdî li dijî yekîtiya netewî ya Kurd e û êrîşeke bi ser siberoja Kurdan de ye. Diyar e ku bi destê çeteyên girêdayî Tirkiyê ku dijminê Kurdan in û di encama plana genî ya di navera Erdogan-Barzanî de ev êrîş pêk hatiye.
Têkildarî hevdîtina Mesûd Barzanî, Erdogan û Bînalî Yildirim ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin. Ev jî nîşan dide ku tifaq û planên wan ên xef hene. Piştî vê hevditinê zêdebûna êrîşên hewayî yên bi ser Qadên Parastina Medyayê de, bi ser Minbicê de êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê û êrîşa li dijî Şengalê deşîfre kiriye ku li pişt hevdîtina Erdogan-Barzanî çi plan hatine danîn. Bi tifaqa ku di vê hevdîtinê de hatiye danîn, derketiye holê ku li dijî Tevgera me ya Azadiyê, li dijî Rojava û Şengalê konsepteke nû ya êrîşê hatiye sazkarkirin.

Ji hêla gelê me ve tê dîtin ku tevgera bi tifaqên qirêj ên bi rejîma faşîst a Erdogan re ku dîroka xwe li ser îmha û înkara Kurdan ava bûye,  îxaneta li yekîtiya netewî ya Kurd, îxaneta li siberoja azad û dîrokê ye. Kurd êdî wê nebin leşker û nokerên hine dî. Kurd îxaneta li berjewendiyên netewî, li yekîtiyê û dijberiyê qebûl nakin. Ên ku tifaqên wiha genî danîn dîrok wê dersa ku ew heq dikin bide wan. Di demeke wiha de ku Tevgera me ya Azadiyê bang dike ku kongra netewî bicive û ji bo bidestxistina siberoja azad a civaka me dixebite, li her parçeyê hewl dide ku statûya siyasî mîsoger bike û di nav hemû partiyên siyasî de bang li yekîtiyê dike, nikare were hêvîkirin ku gelê me hevkarbûna xef a bi dijminê gelê Kurd dewleta Tirk re qebûl bike. Ev di serî de PDK, ne di berjewendiya yek partiya siyasî ya Kurdan de ye.
Demildest ji bo ku dawî li vê tifaqa genî were anîn û ji bo li dor yekîtiya netewî ya Kurd û berjewendiyên netewî bicivin divê her kes hewlesta siyasî diyar bike. PDK divê demidest dawî li dagirkirina Şengalê bîne,  divê komên çete yên îxanetê ku dewşîrmeyên Tirkan in ji Xanesorê vekişîne. Gelê me li bendê ye ku PDK hurmetê nîşanî bîranînên wan şehîdan bide ku li Şengalê hatin qetilkirin û ji bo rizgarkirina Şengalê canê xwe feda kirine. Ti pêdiviya Şengalê bi parastina çeteyan nîn e ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine perwerdekirin û xwedêgiravî navê Pêşmergeyên Rojava li wan e.

EM HÊVÎ DIKIN KU NÛJIYAN Û HEVALÊN WÊ DI NÊZÎKTIRÎN DEMÊ DE BAŞ BIBIN

Piştî helwdana dagirkirina Xanesorê em helwesta welatparêzî ya dayikên me yên Êzîdî, şervanên YJŞ-YBŞ'ê slav dikin. Li ber bîranîna şervanê YBŞ'ê ku di dema êrîşê de şehîd bûye bi hurmet bejna xwe ditewînin û diyar dikin ku em ê li têkoşîna wî xwedî derbikevin. Em hêviya başbûnê li şervanên birîndar ên YBŞ'ê û nûçegihan Nûjiyan û hevalên wê dikin ku hewl didin gel ji rastiya agahdar bikin.

Gelê me divê li pêşberî nûçegihanên ku ji bo rastiyê ragihînin yên weke Nûjiyan ku jiyana xwe dixin rîskê û li hêla dî jî weke organên medyayê yên weke Rûdawê ku rastiyê berovajî dikin divê hişyar bin û xwedî helwest bin.

DIVÊ XWEDÎ LI ŞENGALÊ WERE DERKETIN

Di serî de hemû Êzîdî gelê me li her deverê divê li Şengalê xwedî derbikeve, ji bo vê tifaq û plana genî pûç bike divê bi rihekî yekîtiya netewî helwesta xwe nîşan bide. Di serî de partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, saziyên jinan, şexsîyet, em bang li hemû hêzên siyasî dikn ku li dijî van planên gemarî yên Erdogan-AKP ya faşîst bibin xwedî helwest û destekê bidine gelê Şengalê ku çarenûsa xwe diyar bike, bi vîn û mekanîzmaya xwe xwe bi rê ve bibe û xwe bipareze. Pêşmergeyên Başûr li dijî dîktatorên faşîst ên wekî Sedam li ber xwe dane û gihaştine heqê xwe. Em ji hêzên pêşmerge hêvî dikin ku berjewendiyên netewî yê gelê Kurd ji xwe re esas bigirin û li dijî vê plana qirêj a ku li ser Şengalê tê pêkanîn neyên lîstikê.

Gelê me li dijî êrîşên nû yên rejîma faşîst a Erdogan ên li Minbicê, Şengal û Qadên Parastina Medayê û li dijî tifaqên qirên ên li dor vê çêkirine şiyar bin û xwdî li yekîtiya netewî, destkeftiyan û nirxan xwedî derbikevin. Bi pêşengiya jin û ciwanan divê li her deverê di nav çalakiyan de bin. Li dor Rêber Apo û  Tevgera me ya Azadiyê divê xwe asê bikin. Jinên Kurd weke dayikên me yên Şengalê di parastina nirxên netewî de, di parastina xaka pîroz de divê li herî pêş bin, li dijî çeteyên faşîst divê li her deverê çalak bin. Di van rojan de ku hemû rêxistinên jin û jin 8'ê Adarê pêşwazî dikin, em li bendê ne ku zêdetir li Şengalê xwedî derbikevin û di nav çalakiyan de bin.''