KJK: Em li ber qirkirinê rabin, têkoşînê mezin bikin

KJK'ê diyar kir, "Di demekê de ku dinya tev li dijî belayê vîrûsa koronayê têdikoşe, desthilatdariya qirêj a AKP-MHP'ê li dijî Kurdan şer dike" û bang li hêzên demokratîk kir ku têkoşîna li dijî qirkirinê geş bikin.

Daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê wiha ye:

"Faşîzma AKP-MHP'ê êrişên şerê taybet ên topyekûn zêde dike. Êrişên faşîst ne tenê bi komkujî, girtin, tecrîd, êşkence, birçîbûn, şer û kuştinê tên kirin, di heman demê de heqareteke giranek giran li civakê tê kirin, destavêtin lê tê kirin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku dema vîrûsa koronayê ji xwe re kiriye firsend, bi hiqûqeke dijminane ya bêsînor li dijî Kurdan şerê qirkirinê dike. Dewleta talanker ev hiqûqa dijminane gihandiye asteke bilindtir û karmendên xwe yên talanker, dizek, tecawizkar û mêtinger li şaredariyên gel bi cih dike. Herî dawî karmendên xwe li 5 şaredariyên din bi cih kir. Li dijî Kurdan bi hiqûqa dijminane tevdigere. Ya ku di 15'ê Gulanê de li 5 şaredariyên gel hate kirin, qirkirin e, zilm e, darbekarî ye. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê hebûna xwe dispêre dizî, talan, mafya û çetetiyê, bi vî rengî hewl dide desthilatdariya xwe bidomîne. Ev rastiya xwe careke din raxistiye pêş çavan.

DEM DEMA BERXWEDANA LI DIJÎ QIRKIRINÊ YE

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi vê darbeyê careke din rastiya dewleta TC û dijberiya li Kurdan ispat kiriye. Bi nêzîkatiya xwe ya dijminane û êrişkariyê ya li dijî Kurdan, desthilatdariya AKP-MHP'ê nîşan dide ku di şerê qirkirinê de israr dike û dixwaze li pêş çavên cîhanê vî şerî rewa bike, bidomîne.

Peyama ku dixwazin bidin kurdan, jinan ên li ber xwe didin, gelekî zelal e. Dibêjin, 'em ê êrişê bibin ser nirxên we, destketiyên we, pîroziyên we, nasnameya we, baweriya we, lê belê hûnê deng nekin'. Ji Kurdên bi rûmet û azad re dibêje ku tuyê serî bitewîne. Ev yek kiryara faşîzmê ye. Li dijî vê dewleta şer ku dibêje 'em ê mafê jiyanê nedin te' divê her kesê bi rûmet bêdeng nemîne.

Kes wê vê hiqûqa dijminane qebûl neke, ku niha li her derê li dijî Kurdan weke parçeyek ji konsepta tasfiyeyê tê meşandin û li dijî hilbijartiyên bi hilbijartina demokratîk ji aliyê gel ve hatine wezîfedarkirin, tê bikaranîn. Divê gelê me bêje; em mêtingeran, dizan, talankeran, tecawizkaran li bajarê xwe, li navçeya xwe naxwazin! Divê helwesta xwe hî bi xurtî nîşan bide.

Ev qad bi keda pîroz a gelê me hatine bidestxistin. Divê bi berxwedana xwe bike têkoşîna paşve vegerandina şaredariyên xwe. Dem dema berxwedana li dijî qirkirinê ye. Li dijî dewleta faşîst û qirker kêliya parastina destketiyan e. Di vê dema koronayê de divê her mal, kolan, sîte, şaneşîn veguherin qada çalakiyê ya bênavber. Li dijî bêrûmetiyê û teslîmiyetê dema berxwedana azad û serketinê ye. Divê em dengê xwe hîn bilindtir bikin û têkoşînê mezin bikin.

Dewleta faşîst bi vê hiqûqa dijminane dixwaze Kurdan qir bike, bi rewakirina van kiryarên xwe yên faşîst dixwaze hebûna xwe bidomîne. Di vê demê de ku dinya tev li dijî belayê vîrûsa koronayê têdikoşe, desthilatdariya qirêj a AKP-MHP'ê li dijî Kurdan şer dike. Ev dewleta talanker dibêje, kengî min Kurd tune kir hingî dikarim 'rejîma yek şexsî' mayinde bikim, hebûna xwe bidomînim. Li dijî vê dewleta talanker, divê berxwedan qat bi qat bê mezinkirin. Yekane gelê ku Erdogan jê ditirse gelê Kurd e. Jinên Kurd in. Ji helwest û berxwedana jin û dayikan ên ji kolanan qet venakişe tê dîtin ku gelê me wê di vî şerê man û nemanê de bi ser bikeve.

Her kesên ku ji bo afirandina Tirkiyeyeke demokratîk têdikoşin, divê bi xurtkirina piştevanî û rêxistiniyê bersivê bidin van kiryarên hiqûqa dijminane. Em bang li hêzên demokrasiyê hemûyan dikin ku li dijî vê faşîzma reş helwesteke xurtir nîşan bidin, xwedî li îradeya hilbijartiyên gel derkevin û hesab ji vê dewleta şer bipirsin. Divê bê gotin ku dem dema xurtkirina piştevaniya bi gelê Kurd re ye û dengê xwe bikin yek, hêviyê mezin bikin û paşeroja azad ava bikin!

Li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ku demokrasî avêtiye nava sergoyê dîrokê, ji bo derseke dmeokratîk bê dayin em li her cihî û li her qadê piştgiriya hev bikin. Em dibêjin, hêzên sosyalîst û antîkapîtalîst, jin, femînîst, ekolojîst divê îro li ber qirkirinê rabin, ji bo avakirina Tirkiyeyeke demokratîk û azad her kes têkoşînê mezin bikin."